Hewlêr-KDP.info- Ji ber koça dawî ya birayê siyasetmedarê Kurd Kemal Burkay, Serok Barzanî peyamekî sersaxiyê pêşkêşî rêzdar kir ku eve jî naveroka wê ye:
Birêz Kek Kemal Burkay
Bi xem û dilgiraniyê ve nûçeya koça dawî ya Kek Mistefayê birayê we yê birêz gihîşt me. Bi vê helkefta xemgîn de sersaxiyê li we yên birêz dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanîn.
Ji xwedayê mezin hêvîdar im ruh û giyanê Kek Mistefa bixe ber dilovaniya xwe û sebir û hedarê bi malbat û kesukarên we yên birêz bibexşê û nexweşiya we ya dawî bê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
29.04.2019