Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî û Çavuşoglu pêşxistina pêwendiyên Hewlêr û Enqere gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavuşoglu civiyan û behsa pêwendiyên Hewlêr û Enqerê kirin.

Di civînê de ku Balyozê Tirkiyê yê Iraqê û Konsolê Giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê û hejmarek şêwirmend û berpirsên ji her du aliyan jî amade bûn û pêşketinên siyasî û ewlehî yên navçeyê û pêşxistina pêwendiyên navbera Hewlêr û Enqerê hatin gotûbêjkirin.

Wezîrê derve yê Tirkiyê hêviya serkeftinê bo Mesrûr Barzanî di serokatiya kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de xwest. Herwaha amadebûna welatê xwe jî bo alîkarî û pêşxistina pêwendiyên dualî di navbera her du aliyan de nîşan da.

Di hember wê jî Mesrûr Barzanî daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina pêwendiyên zêdetir li gel Tirkiyê aşkera kir û amaje bi wê yekê jî kir ku Herêma Kurdistanê û Iraqê pêwîstiya wan bi piştevanî û alîkariya cîranan heye, bi taybet jî bo avakirin û pêşxistina rewşa wan deverên di encama şerê dijî terorê de ziyan geheştiye wan, pêwîstiya wan bi alîkariya welatên cîran heye.

Herwaha pêşxistina pêwendiyên bazirganî û dosyaya asayîşa navçeyî û gefên terorê li deverê mijarên din ên hevdîtinê bûn.