Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî bo şanda Bexdayê: Divê li ser petrol û navçeyên Kurdistanê em lihev bikin

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku divê çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê li gor destûra Iraqê bê kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî ligel şandeke bilind a hikûmeta Iraqê civiyan.

Şandeke bilind a hikûmeta Iraqê li Hewlêrê ye û wê ligel serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Encûemna Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dicive.

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku lidarxistineke civîneke bi wî rengî cihê dilxweşiyê ye û ew tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê li gor destûra Iraqê dikin û got: “Lidarxistina civîna aborî ya hikûmeta Iraqê nîşan dide ku baweriya her du aliyan bi diyalog û hevfamkirinê heye bo çareserkirina pirsgirêkan.”

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku girîng e ku çarçoveyek hevbeş di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hebe û got ew dê hewl bidin li ser pirsgirêkên petrolê û deverên Kurdistanî yên li dervey îdareya Herêma Kurdistanê bigihên rêkeftinê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di heman demê de amaje bi wê yekê kir ku hinek yasayên ku li pêşiya geşbûna sîstema federalî ya welêt dibin asteng jî, werin rakirin.