Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û şandekê Kongrîsa Amerîka rewşa Kurdistanê û navçeyê gotûbêj kirin.

 
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandekê ji Kongrîsa Amerîka kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan rewşa siyasî û ewlehî ya Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî gotûbêj kirin.
 
Şanda mêvan di wê hevdîtinê de piştgiriya xwe ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da û pêşkeftinên Herêma Kurdistanê û neberdiya Hikûmeta Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê û hewandin û parastina hejmareke mezin ji koçber û penaberan de, bilind nirxand. Herwiha şanda mêvan tekez kir ku Herêma Kurdistanê dostê Amerîka ye.
 
Di wê hevdîtinê de, Nêçîrvan Barzanî tekez kir li ser daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo bihêztirkirina pêwendiyên Kurdistan û Iraqê ligel Amerîka. Herwiha spasiya Amerîka kir li ser li ser alîkariyên wê ji bo Herêma Kurdistanê di dema şerê DAIŞê de û got ku Hikûmeta Kurdistanê amade ye ku rûbibûyê her metirsiyeke terorîstan bibe. Herwiha tekez kir ku pêwîst e derbarê vê yekê de hevahengiya Hewlêr û Bexda û Hevpeymaniya Navdewletî berdewam be.
 
Serokwezîrê Kurdistanê behsa pêşkeftina rewşa abûrî li Herêma Kurdistanê û derbaskirina kirîza abûrî, kir û daxwaz ji welatên dost kir ku karê veberhênanê li Kurdistanê bikin û alîkariya Hikûmeta Kurdistanê bikin di warê reformê de di warên cuda de.
 
Di civînê de herdû aliyan behsa avedankirina navçeyên ku ji ber şerê DAIŞê ziyan dîtine, kirin û gotin ku dibê koçber ku li Kurdistanê vegerin ser mal û halê xwe. Herwiha behsa pêwendî û gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çareserkirina pirsgirêkan û rêyên diyalogê kirin.