Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berdevkê PDKê: Hefteya bê dê rêkeftina dawî ya avakirina hikûmetê bê îmzekirin

 

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê PDKê Mehmûd Mihmed derbarê rêkeftina di navbera PDK û YNKê de ragihand, hefteya bê dê rêkeftina dawî bê kirin. Herwiha dibêje, rêkeftina ku beriya niha di navbera herdû aliyan de hatibû kirin rêkeftina siyasî bû û niha dê rêkeftin li ser kursiyan jî bê kirin.

Mehmûd Mihemed di daxuyaniyeke taybet de ji malpera KDP.info re ragihand: “Hefteya bê dê emê bicivin û dê rêkeftina dawî bê ragihandin. Rêkeftina berê jî ku di navbera PDK û YNKê de hatibû kirin, ji bo avakirina hikûmetê û derzistina yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê bû.”

Dê hersê alî rêkeftinê bikin

Mehmûd Mihemed behsa rêkeftina PDK ligel Tevgera Goran dike,ku herdû aliyan lihev kiribûn ku cîgirê serokê Herêma Kurdistanê bighê Goran, lê paşî YNKê daxwaza wî kursî kir, ku bibe 2 cîgirê serok û cîgirek ji wan re be jî, lê Goran li ser wê yekê razî nebû.”

Berdevkê PDKê amaje bi wê yekê jî dike û dibêje: “Me dixwest avakirina hikûmetê bê arîşe û bi rêkeftin derbas bibe, lewma me demeke pir zêde da aliyên siyasî û gotûbêjan, herwiha ji bo ku jihevtêgiheştin hebe avakirina hikûmetê ewqasî dirêj kir. Hefteya bê dê bighên jihevtêgiheştina dawî û hersê aliyên siyasî dê rêkeftina xwe îmze bikin.”

Divê jihevtêgiheştin çêbibe

Mehmûd Mihemed wiha got: “Di avakirina hikûmetê de meric bi ser kesî de nayên ferizkirin û tenê daxwazeke YNK hebû, lê me berê gotibû em mercan ji kesî li ser xwe qebûl nakin. Lê eger daxwazeke aliyekî hebe pêwsît e li ser wê daxwazê jihevtêgiheştin di navbera hemû aliyên di nava hikûmetê de hebe û jihevtêgiheştin di navbera wan aliyên ku dixwazin di hikûmetê de beşdar bibin, çêbibe, lewma jî em hewl didin ji bo ku ew jihevtêgiheştin çêbibe û ti pirsgirêk di navbera me û Goran de dernekeve.”

%90 kar temam bûye

Berdevkê PDKê tekez dike li ser hewlên PDK ji bo avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê û dibêje: “Beriya niha me û Goran li ser kursiyên ku dê bighên Goran, lihev kirbû. Me û YNKê jî lihev kiribû, lê tişta ku mabû kursiyê cîgirê serokê Herêma Kurdistanê bû, ku yek cîgir yan 2 cîgirên wî hebin. Ew pirsgirêk di navbera YNK û Goran de bû, ku YNK daxwaza heman kursiyê wan dikir. YNK û Goran daxwaz heman kursî dikirin. Niha em mijar di nava gotûbêjan û çareserkirinê de ye. % 90 ji xebatên avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê bidawî hatine û tişta ku maye jî dê di van rojan de bidawî bibe.”