Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Nuceyfî: Divê bilez pirsgirêkên Mûsilê çareser bibin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li siyasetmedarê Sunne yê Iraqê Usama Nuceyfî kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan tekez kir ku pêwîst e pirsgirêkên Mûsilê çareser bibin û derfet ji terorsîtan re careke din dernekeve ku gefê li asayişa wê parêzgehê bikin.

Îro Çarşema 24.04.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Usame Nuceyfî Serokê Hevpeymaniya Qerarî ya Iraqê kir.

Di hevdîtinê de herdû aliyan behsa rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê kirin.

Herwiha pirsgirêkên îdarî û siyasî û abûrî û emnî yên parêzgeha Nînowa (Mûsilê) û rewşa jiyana welatiyên wê parêzgehê hatinnirxandin û herdû aliyan tekez kirin ku pêwîst e pêkvejiyana aştiyane ya pêkhatên wê parêzgehê bê parastin û bilez pirsgirêkênMûsil bêne çareserkirin û derfet ji terorsîtan re careke din dernekeve ku gefê li asayişa wê parêzgehê bikin.