Dr. Salar Usman
Xelk, hilbijartin, avakirina hikûmeta nû û bernameyê wê hikûmetê. Çar mijar in ku bi hev girêdayî ne û pir girîng in. Ew 4 mijar civaka siyasî ya saxlem û nesaxlem jihev cuda dikin.
Di serî de pêwîst e em wê yekê zelal bikin ku civaka siyasî ya saxlem, ew civak e ku bêarîşe yan bi hinek arîşe hikûmeta xwe ya nû ava dike, bi manayekî zelaltir, ew civak e ku partiyên wê yên siyasî bi dengên xwe yên ku di hilbijartinan de anîne, razî dibin û nakin bolebol.
Civakên siyasî yên nesaxlem jî ew civak in ku partiyên wê rêzê li encamên hilbijartinan nagrin, tenavê astengiyan jî jê re derdixin û dixwazin bêtir ji heqê xwe bistînin.
Civaka siyasî ya Herêma Kurdistanê jî, yek ji wan civakên nesaxlem û bi bolebol e, ku partiyên wê yên siyasî bi encamên hilbijartinan razî nabin. Berdewam ev karê me ye. Ji yekem hilbijartin ku piştî Raperîna 1991ê li Kurdistanê çêbû û heta niha ev tas û ev himam e. Wê demê YNK bi encamên hilbijartinên demokrat razî nebû û heta niha ev karê wê ye. Ev razînebûna YNK bi encamên hilbijartinan bûye pirsgirêk û berdewam ev pirsgirêk ji laş û canê demokrasiyê li Herêma Kurdistanê dixwe. Niha jî em hemû li hêviya vê trajîdyayê ne ku YNKê bê û di hikûmetê de beşdar bibe.
Trajîdya ye, erê trajîdya ye ku partiyeke siyasî tevlî proseya hilbijartinan bibe û rêzê li milet negre. Her milet deng dide û biryara xwe eşkere dike, û hema vî xelkî biryara wê yekê daye ku:
- Qet YNK nebe partiya yekem di hilbijartinan de.
- Carek Tevgera Goran bibe partiya duyemîn û carekê YNK.
- Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê carekê dengê wê baş bin û careke din dengê wê dakevin nêvî.
Dengdan biryar e. Xelk di hilbijartinan de biryara xwe didin, piştre jî xelk li hêviya berhema deng û biryara xwe ne:
- Gelo partiyên siyasî dê çawa û bi çi nêtê hikûmeta nû ava bikin?..
- Bernameya hikûmeta nû çi ye û çawa ye û dê jiyan di bin siya hibijartinan de çawa ber bi başiyê ve biçe?..
- Kî pirsgirêkan derdixe û kî çareseriyê dike?..
- Kî dev ji dengê ku jê re hatiye, berdide û kî jî dengê xwe zêdetir dike?..
- Kî di xizmeta welat û milet de ye û kî jî tenê xema kursî û pêrîka xwe dixwe?.
Xelk van pirsan dikin, bi aramî hizir dikin, berê xwe didin rewşê, di serê xwe de şirove dikin, kar û reftaran dixwînin, bi hûrî li pey bersiva pirsên xwe digerin, bersivan dibînin, piştre li gorî wan pirs û bersivan baweriyê li cem xwe çêdikin, û bi wêbaweriyê diçin hilbijartinan û biryara xwe didin. Biryar didin ku dengê xwe bidin kê û kê ceza bikin. Wan partiyan ceza bikin yên ku:
- Rêz li dengê wan negirtine.
- Demokrasî kirêt kirine.
- Ji dengê xwe zêdetir daxwaza kursiyan dikin.
- Bûne asteng û girêk li pêşiya avakirina hikûmetê.
- Girift û arîşeyan derdixin.
- Bandoreke xerab li ser jiyan û abûriya Kurdistanê kirine.
- Milet ji destê wan westiya ye û hêrs bûye.
Erê dê milet wan ceza bike, lê kengî?. Di hilbijartinên bê de û li ser sinduqan..