Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Serokê Parlamentoya Iraqê: Divê ev derfeta erênî jidest neçe

Hewlêr-KDP.info- Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ligel Serok Mesûd Barzanî civiya û di wê hevdîtinê de herdû aliyan tekez kir ku hin kes dixwazin vê derfeta erênî ya başbûna pêwendiyên Hewlêr û Bexda bişkînin, lê divê rêgirî li wan bê kirin û ev derfet jidest neçe.

Di civînê de Serok Barzanî û Mihemed Helbûsî di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê, pêşhatên herî dawî yên siyasî û pêngavên ji bo temamkirina pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de gotûbêj kirin.

Di civînê de Serok Barzanî û Helbûsî behsa pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çêbûna wê “atmosfêra erênî” ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, ku piştî hilbijartinên Iraqê çê bûye, kirine û tekezî li ser wê yekê jî kirine ku “pêwîst e rêgirî li wan dengan bê kirin ku dixwazin vê rewşa erênî têk bibin, çimku başbûna pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê dibe sedema seqamgîrî û vejandinê li hemû Iraqê.”

Rewşa parêzgeha Neynewa (Mûsil) û debera xelkê vê parêzgeha Iraqê û rêvebirina bajarê Mûsilê mijareke din a civîna navbera Serok Barzanî û Helbûsî bûye.

Herwiha herdu aliyan tekezî li ser berfirehkirina hewlan ji bo vegerandina xizmetguzariyan, seqamgîrî, aramî û asûdeyiyê bo welatiyên parêzgeha Mûsilê kirin û tekez kirin ku “pêwîst e xelk û pêkhateyên parêzgeha Neynewayê di rêvebirina vê parêzgehê de beşdar bibin.”

Di civînê de, Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî, Sekretrê Polîtboruta PDKê Fazil Mîranî û Endamên Polîtboruya PDKê Dr. Roj Nûrî Şawêys û Hoşyar Zêbarî di civîna navbera serok Barzanî û Serokê Parlamentoya Iraqê de amade bûn.