Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Tosnê Reşîd: Gerek Rojnamevaniya Kurdî helgirê peyama serxwebûna Kurdistanê be

 

Duhok-KDP.info- Ronamevaniya Kurdî di serdemên cuda de û di gelek qonaxên dijwar de derbas bûye û bûye pirek ku nivîsîna Kurdî jî ji nemanê bê parastin. Nivîskar û rojnamevan jî dibêjin, rojnamevaniya Kurdî kariye zimanê Kurdî ji windabûnê biparêze.

121 sal derbas dibin bi ser derketina yekem rojnameya Kurdî bi navê Rojnameya Kurdistan, ku di 22ê Nîsana sala 1898 li Qahîra paytexta Misrê ji aliyê malbata Bedirxaniyan ve dihat weşandin.

Derbarê salvegera Rojnamegeriya Kurdî de, Nivîskarê mezin ê gelê Kurd li Sovyeta Berê Tosnê Reşîd dibêje: “Rojnamevaniya Kurdî roleke herî mezin hebû di gihandina êş û azarên gelê me de. Niha jî gerek rojnamevaniya Kurdî bide ser rêya serxwebûna Kurdistanê.”

Tosnê Reşîd ji malpera KDP.info re wiha domand: “Rojnameya Kurdistan giringiyeke mezin bi warên hizrî û xwendin û dîrok û wêje û edeb û felsefe û hizra netewî dida û karî hizra netewî û pirsa serxwebûnê di mêjiyê mirovê Kurd de biçîne û piştre nivîskar û edîban dest bi nivîsandina berhemên edebî yên ser pirsa serxwebûnê û girêdana bi niştimanperwerî û kurdperweriyê kirin.”

Reşîd wiha jî dibêje: “Rojnamevaniya Kurdî niha di asteke baş de ye û kariye peyama gelê Kurd heta radeyeke mezin bighîne û pêwîst etevahiya saziyên medyayî ji bo peyama serxwebûnê vê riyê bimeşînin û ciwaniya zimanê Kurdî ji navçûnê biparêzin.”

Ji aliyê xwe ve, Nivîskar û Rojnamevan Sead Sebah jî ji malpera KDP.info re li ser heman mijarê axivî û wiha got: “Her ji derketina yekem hejmar ji rojnameya Kurdî bi navê Kurdistan û heya îro xizmetke gelek mezin pêşkêşî gelek ji qonaxên jiyana Kurda ya siyasî û dîrokî û edebî û …. htd di mawê bêtirî sed dalî pir ji xizmet kiriye.”

Sead Sebah wiha dibêje: “Rojnamevaniya Kurdî tekane derî bû ku pexşana Kurdî ji gotaran bi hemû curên xwe ve û çîrok û şanogerî û … htd, bihêz bibe û hebûna xwe ji nemanê biparêze û sal li pey sal zimanê Kurdî ji aliyê ferhengî ve dewlemend kiriye, ew jî jibilî parastina kiltûr û dîrok û edebyatên ser ziman.”