Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Seroka Şaredariya Parîs: Kurd qehreman in..Bi destê Kurdan Ewropa jî hat parastin

Hewlêr-KDP.info- Seroka Şaredariya Parîs piştî ku hefteya derbasbûyî serdana Herêma Kurdistanê kir û vegeriya Parîs, dibêje li Kurdistanê Pêşmerge bi qehremaniya xwe li dijî DAIŞê sekinî û ev yek ne tenê ji bo parastina axa xwe kirin lê belê ji bo parastina Ewropa jî kirin, lewma jî Kurdistan hêja ye ku em berdewam bin li ser alîkariya wê.

Seroka Şaredariya Parîs Xanim An Hîdalgo piştî ku vegeriya Fransa li ser malpera xwe ya Facebookê nivîsandiye: “Rewşeke taybet li Kurdistan heye. Li wir bi qehremaniya Pêşmerge li dijî terorîstên DAIŞê rawestiyan û sînorê xwe li pêşiya koçberan vekirin, nexasim ji bo Xristiyan û Êzdiyan. Qehremaniya Kurdan li dijî DAIŞê û mirovatiya wan di alîkariya koçberan de, mînakek e û Kurdan ev kar ne tenê ji bo parastina axa xwe kirin, lê ji bo Ewropa jî kirin, lewma jî hêja ne ku em îtîrafê bi wan bikin û berdewam bin li hevkariya wan.”