Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Pêwîst e bilez rewşa navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 bê normalkirin

 

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Tîma Hevbeş a Operasyonên Taybet li Iraq û Sûriyê General Patrick Robinson û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, pêşhatên navçê bi giştî û hevahengiya di warê rûbirûbûna gefên teroristan hatin guftûgokirin.

Mesrûr Barzanî girêdayî bi hevkarî û dabînkirina pêwîstiyan, berdewamiya hevkarî û alîkariyan ji hêzên Pêşmerge bi pêwîst binav kir, herwiha bilezkirina asayîkirina rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi mebesta parastina destkeftan û vegera aramiyê û astengkirina tevgera teroristan bi pêwîst zanî.

Ji aliyê xwe ve, Fermandarê Giştî yê Tîma Hevbeş a Operasyonên Taybet li Iraq û Sûriyê ji bilî amajedan bi rola Pêşmerge di rûbirûbûna teroristan de, tekezî li wê yekê jî kir, ku hêzên Hevpeymanan bi bernameya hevkarî û rahênankirina hêza Pêşmerge û dabînkirina pêwîstiyên hunerî berdewam dibe.

Rol û hevahengiya di navbera hêzên Amerîkî, Iraqî û Herêma Kurdistanê ji bo vegera aramiyê ji navçê re, tewereke din a wê hevdîtinê bû.