Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Komara Çek dixwaza vekirina nĂ»neratiya KurdistanĂȘ li Pirag dike

 


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Komara Çek kir û di wê hevdîtinê de Komara Çek dixwaza vekirina nûneratiya Kurdistanê li Pirag dike.


Îro 15.4.2019 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Komara Çek a bi Serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Çek Martin Smolek kir.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Komara Çek yê li Hewlêrê tê de beşdar bû, Martin Smolek diyar kir ku vê di demeke nêz de Konsulusxaneya wan li Hewlêrê dîsa dest bi pêdana vîzeyan bi welatiyên Kurdistanê bike.

Smolek herwiha diyar kir ku Komara Çek amade ye ku pêşwaziya vekirina nuneratiya Hikûmeta Kurdistanê li Piragê bike û Çek dixwaze ku têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê di her warî de bihêztir bike.

Di berdewamiya civînê de her du alî tekezî li ser bihêztir kirin û berfiretir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û komara Çek di her warî de kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî xwesteka Kurdistanê ya bo bihêztirkirina têkiliyên xwe yên li gel Komara Çek di her warî de diyar kir.