Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Divê em qurbaniyên Enfalê ji bîr nekin û em wê birînê derman bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 31yemîn Salvgera Enfalê peyamek belav kir û têde ragihand ku “divê em ti caran qurbaniyên Enfalê û malbatên wan ji bîr nekin. Divê em îro, sibe û herdem wan bibîr bînin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya bibîranîna 31emin Salvgera Enfalê bi girtevîdeoyekê peyamek belav kir û têde dibêje ku divê qurbaniyên Enfal û kesûkarên wan jibîrnekin û her tim bêne yadkirin.

Nêçîrvan Barzanî wiha dibêje: “Divê em qurbaniyên Enfal û kesûkarên wan ti caran ji bîr nekin. Divê em wan îro, sibe û heroj bibîr bînin. Tevî alozî û zehmetiyên siyasî yên welat, divê cemidandina birînên Enfal û qerebûkirina wê bibe karê sereke yê dewlet û hikûmeta Iraqê. Ev yek berpirsiyareke exlaqî û dîrokî ye.”

Di berdewamiya peyama xwe de Barzanî got divê ew wek milet erka xwe bizanin û wiha pê de çû: “Tenê bibîranîna kîmyabarana qurbaniyên Enfalê bikin ne bese. Hevkarîkirina malbatên qurbaniyan, avadankirin û başkirina hemû mercên jiyanê li stutê me de ye.

Ji bo rêgirtina li her êrişekî bi heman şeweyî Enfalê di dahatuyê de li dijî gelê me, çi li jêr dirûşmên nijadperestî, olî yan îdeolojiyên siyasî be, divê em qurbanîyên Enfal û kesûkarên wan ji bîr nekin. Divê em îro, sibe û her dem wan bibîr bînin.”