Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Seroka Şaredariya Parîs kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî kir li Seroka Şaredariya Parîs Xanim An Hîdalgo û şanda pê re kir.

Îro danê nîvro Şemiya 13.4.2019 Nêçîrvan Barzanî pêşwazî kir li Xanim An Hîdalgo û di wê hevdîtinê Xanim An Hîdalgo jibilî ku kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û behsa bernameya serdana xwe kir ku dixwazin pêwendiyeke baş di navbera wan û parêzgeha Hewlêrê û parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê de hebe.

Seroka Şaredariya Parîs da zanîn ku ew dixwazin di warê enerjiya paqij û kiltûr û veguhestin û gihandin û di hemû warên din de alîkariya Herêma Kurdistanê bikin. Herwiha spasiya hikûmet û xelkê Kurdistanê kir ku pêşwazî kirin li hejmareke pir mezin ji koçber û penaberan. Herwiha bergîriya Pêşmerge li ser asta hemû cîhanê û di parastina nirxên pêkvejiyan û lêborîn û aştî û tebayîyê de deng veda ye. Lewma jî hêviya pêşketinên zêdetir ji Herêma Kurdisatanê re xwest.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî spasiya Fransa û civaka navdewletî kir ku di şerê DAIŞê de alîkariya Herêma Kurdistanê kirin û eger ne ji wan alîkariyan ba dê serkeftin bidest nehata. Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku pêwîst e di vê qonaxê de hizra DAIŞî bê jinavbirin.

Herwiha serokwezîrê Kurdistanê spasiya serokê Fransa kir ku piştî bûyerên Cotmeha 2017 ji aliyê siyasî ve piştgiriya Herêma Kurdistanê kirin û deriyên siyasî li pêşiya Hewlêrê vekirin, lewma jî di encamê de beşek ji pirsgirêkên ligel Bexdayê çareser bûn û deriyê gotûbêjan vebû.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê pêşwaziyê dike bi kiltûra pêkvejiyanê û aştî û hevqebûlkirinê û lêborînê. Xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi hemû şêweyekî vî kiltûrî diparêzin. Derbarê vê yekê de jî Nêçîrvan Barzanî amaje bi vekirina dêreke Ermenan di hefteya derbasbûyî de li Hewlêrê kir.