Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berdevkê PDKê: Hikûmeta nû ya Kurdistanê dê çareserkirina pirsa Kerkûkê ligel Bexdayê gotûbêj bike

 

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, piştî ku hikûmeta nû ya Kurdistanê ava bibe dê di cih de şandekê bişîne Bexdayê û gotûbêjan li wir bike ji bo çareserkirina rewşa Kerkûkê.

Mehmûd Mihemed ku herwiha Endamê Polîtbûroya PDKê ye, di hevpeyvînekê de ligel Govara Gulan de, ragihandiye: “Pêwîst e di hemû qonaxan de daxwazên Kurdistanê bên diyarkirin û kar ji bo cîbicîkirina wan bê kirin. Di qonaxa niha de jî divê em yekîtiya xwe biparêzin û PDK û YNK bihevtre kar bikin, ji ber ku bi beşdariya YNKê di hikûmeta nû de, dê hêz û piştevaniya ji bo hikûmeta nû zêdetir bibe.”

Mehmûd Mihemed wiha gotiye: “Di serî de me ji YNKê re got pêwîst e di avakirina hikûmeta Kurdistanê de, rêkeftineke cuda di navbera PDK û YNKê de çêbibe, ku avakirina hikûmeta Kurdistanê ne girêdayî avakirina hikûmeta Iraqê û danîna parêzgarekî ji bo Kerkûkê be. Destpêkê YNK razî nebû lê piştre me lihev kir ku her pirsek cuda were çareserkirin. Hewlên me ji bo wê yekê ne ku bilez hikûmeta Kurdistanê bê avakirin. Hikûmeta Kurdistanê divê bilez ava bibe ji bo ku jibilî çareserkirina rewşa jiyana xelkê baş bibe, herwiha hejmareke pirs hene di navbera Hewlêr û Bexdayê de û divê bên çareserkirin û hikûmeta nû dê bi wî karî rabe.”

Berdevkê PDKê wiha dibêje: “Parlamentoya Kurdistanê jî karê xwe dike ji bo ku hikûmeta nû ava bibe û di serî de niha kar dike ji bo cîbicîkirina yasaya serokatiya Kurdistanê û dê serokê Herêma Kurdistanê di nava parlamentoyê de bê hilbijartin û piştre jî dê navê berbijêrê ji bo serokatiya hikûmeta Kurdistanê bê destnîşankirin, ku PDK Mesrûr Barzanî diyar kiriye ji bo wî kursî û dê hikûmeta xwe ava bike. Dema ku PDK û YNK rêkeftina xwe ya dawî îmze bikin dê avakirina hikûmetê bilez bibe û dê astengî li pêşiya wê nemînin.”

Mehmûd Mihemed wiha didomîne: “PDK hewl daye ku rewşekê çêbike ku hemû partiyên siyasî razî bike, ji bo ku daxwazên xelkê Kurdistanê bên cîbicîkirin, lewma jî PDK li cihna ziyan dîtiye, lê em vê yekê wek ziyan nabînin û em dibînin ku serkeftineke ji bo xelkê Kurdistanê.”

Berdevkê PDKê ragihand: “Piştî ku hikûmeta nû ya Kurdistanê ava bibe dê di cih de şandekê bişîne Bexdayê û gotûbêjan li wir bike ji bo çareserkirina rewşa Kerkûkê, ku PDK û YNK jî li ser vê yekê lihev kirine. Divê rewşa Kerkûkê zû baş bibe û xelkê wê vegerin ser mal û warê xwe. Divê asayişa Kerkûkê bikeve destê xelkê Kerkûkê û dagîrkariya leşkerî li ser Kerkûkê bidawî were. Divê em bi hikûmeta Iraqê re kar ji bo normalkirina û asayîkirina rewşa Kerkûkê bikin.”

Mehmûd Mihemed wiha got: “Ew partiyên Kurdî yên ku li Kerkûkê ne, nikarin bi azadî karê xwe bikin. Rewşa xerab a ku niha li Kerkûkê heye, ne di berjewendiya ti aliyekî netewî û olî yên bajêr de ye. Herwiha ne di berjewendiya hikûmeta Iraqê de ye. Rewşa Kerkûkê wiha berdewam bike dê pirsgirêk û arîşe zêdetir bibin û tenê rêya gotûbêjan li pêşiya çareseriyê ye.”