Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Li Zaxo ji ber PKKê gundên Xristiyanan jî vala dibin

 

Zaxo-KDP.info- Nûnera Xristiyanan dibêje, çekdarên PKK xwe di nava gundên Xristiyanan vedşêrin û balafirên Tirkiyê jî li wan gundan didin, lewma jî xelkê gundekî Xristiyanan ji malê xwe bar dikin.

Parlemantera berê ya Xristiyanan di Parlamentoya Kurdistanê de Wehîde Yaqo Hurmiz ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK li gundên sînorê Zaxo yên ku xelkê wan Xristiyan in, diçin nava malan û xwe li nava gund vedşêrin, lewma jî balafirên Tirkiyê li wan gundan dikin, ku beriya çend rojan ji ber PKKê balafirên Tirkiyê li mala welatiyekî Xristiyan dan û vê yekê tirseke mezin xistiye dilê xelkê gund de û xelkê gund ji malê xwe bar dikin û koçberê Zaxo dibin û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.”

Hurmiz wiha got: “Metirsî heye ku hemû gundên Xristiyanan yên li ser sînor bên valakirin û xelkê wan ji malê xwe bar bikin, ew jî ji ber PKK ku xwe ji malê xelkê dûr nake û xelk jî nikarin wan bi zorê dûr bikin.”