Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Li Kerkûkê gefê li Kurdan dikin ku wan ji taxeke bajêr derxînin

 

Kerkûk-KDP.info- Li Kerkûkê moleta hefteyekê dane hejmareke mezin ji malbatên Kurd ku ji taxeke bajêr derkevin. Berpirsekî PDK li Kerkûkê jî dibêje, derxistin û gefa li welatiyên Kurd li Kerkûkê berdewam e.

Endamê Encûmena Serkirdatiya Kerkûk – Germiyan ya PDKê Ednan Kerkûkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Beriya niha hejmareke mezin ji malbatên Kurd û Ereb û Turkman li taxa Behar a Kerkûkê û bi taybetî li nava hinek şiqeyên peymangehê bicîh bûne, ew bi fermana rêveberiya bajêr li wir hatibûn bicîhkirin û ti pirsgirêkeke wan a yasayî û îdarî tune ye û ti binpêkirin nekirine.”

Wî berpirsê PDKê wiha got: “Niha îdareya ku xwe li ser Kerkûkê feriz kiriye ji malê Kurdan re gotiye ku ji malê xwe derkevin û wan malbatên Kurd ti binpêkirin nekirine û Ereb û Turkman jî li wir lê ji wan re negotine derkevin û dixwazin tenê Kurdan ji malê wan derxînin.”

Ednan Kerkûkî wiha domand: “Proseya derxistin Kurdan û dagîrkirina erdê wan li Kerkûkê hêj berdewam e. Beriya çend rojan li navçeya Leylan jî destpê kirin lê piştî ku xelkê ew yek ji wan qebûl nekirin, vekişiyan ji biryara xwe. Her ku ji destê wan bê dê hewl bidin erdê Kurdan dagîr bikin.”

Kerkûk di bin dagîrkariya Heşda Şeibî de ye û ji dema ku Kerkûk dagîr kirine Kurdan ji malê wan derdixin û erdê wan ji wan distînin.