Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Balafirên Tirkiyê li devera Biradost dan

 

Sîdekan-KDP.info- Îro balafirên şer ên Tirkiyê li sînorê devera Biradost a bajarokê Sîdekan ku dikeve qezaya Soran, dan, ku bombeyên wan bi ser hejmareke gund ketin.

Muxtarê gundê Xelîfan Celal Uzêr ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro Pêncşemê, balafirên Tirkiyê saet 6 heta 7:30 li gundên Kewertê û Xwakurk û Maremela dan û ji ber wan bobebaranan tirseke mezin li cem welatiyan çêbûye.”

Uzêr wiha got: “Berdewam balafir li ser asmanê vê deverê dizîvirin û ziyaneke mezin dighînin jîngeha deverê.”

Muxtarê gundê Xelîfan wiha domand: “Ziyanmendên yekem ji bombebaran û topbarana balafiran gundî ne, ji ber ku karê me yê sereke xwedîkirina pez û çêlekan e, ku em nikarin wek pêwîst wan xwedî bikin.”