Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Birîmo: Em bi rêya Îtîlafê hewl didin serkirdeyê xwe li Efrînê azad bikin


Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Hisên Îbiş Berpirsê ENKSê li Efrînê, ku hevdem endamê serkirdatiya PDK-Sê ye ji aliyê çekdarên opozisyona Sûriyê ve hatiye girtin. Serkirdeyekî PDK-Sê jî dibêje, heya niha hewlên me ji bi azadkirina Îbîş negihîştine ti encamekê.

Nûrî Birîmo serkirdeyê PDK-Sê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hisên Îbiş hêj girtî ye û di bin lêkolînê de ye. Hêj sedema girtina wî nexuya ye û em bi rêya Îtîlafa Sûriyê hewl didin ku bê berdan. Herwiha zanyariyên me li ser cih û lêkolînan tune ye.”

Birîmo wiha got: “Heya niha hewlên me bêencam in. Ew bûyer neyasayî ye.”