Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK-Sê revandina serkirdeyekî xwe li Efrînê bi tundî şermezar dike

 

Hewlêr-KDP.info- Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) bi tundî girtin û revandina endamekî serkirdatiyê partiya xwe ji aliyê grûpên çekdar ên li Efrînê ve şermezar dike û daxwaz ji aliyê pêwendîdar dike, bilez endamê wê û hemû girtiyên Efrînê serbest bikin.

Komîta Navendî ya PDK-Sê îro di daxuyaniyekê de ragihand, desthilatdarên li Efrînê yên ne rewa bi piştevaniya hikûmeta Tirkiyê kiryarên serkotkirinê û binpêkirinên metirsîdar bi mafê welatiyên Efrîn û gundên wê dikin û bi ser de jî kesên xwedî nerînên siyasî binçav dikin.

Di daxuyaniya PDK-Sê de hat, desthilatdarên li Efrînê roja 31ê Adara derbasbûyî Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê û Serokê Xwecihiya ENKSê li Efrînê Husên Îbiş binçav kir, em van kiriyarên serkotkirinê û binpêkirinan bi tundî şermezar dikin û daxwaz ji aliyên pêwendîdar dikin hevalê me Husên Îbiş û hemû girtiyên di zîndanên wan de serbest berdin.