Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Ne bi hêzê be PKK ji Şingalê dernakeve..Dixwazin karesateke din bînin serê Şingalê”

 

Şingal-KDP.info- Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl dibêje, Hikûmeta Iraqê mohletek dabû PKK ku ji Şingalê derkeve, lê PKK pêbendî wê biryara Bexda nabe û ne bi hêzê be PKK ji Şingalê dernakeve.

Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Hikûmeta Iraqê mohletek dabû PKK ku ji Şingalê derkeve, lê ew mohlet bidawî hat û hêj PKK naxwaze ji Şingalê derkeve, ji ber ku ew ne gotûbêjan nas dikin û ne jî yasayê cîbicî dikin, lewma jî bi nêrîna min ne bi hêzê be, PKK ji Şingalê dernakeve, ji ber ku ji bilî şer tişteke din nizanin.”

Xelîl wiha got: “Ji ber şerên vê dawiyê di navbera PKK û artêşa Iraqê de, tirseke mezin li cem xelkê Şingalê çêbûye, ji ber ku hêj birînên wan derman nebûne û PKK dixwaze wan rastî karesateke din bike.”

Qayimeqamê Şingalê wiha domand: “Koçberê Şingalê jî naxwazin vegerin wê navçeyê heta PKK ji wir dernekeve, lewma jî pêwîst e Hikûmeta Iraqê hewleke cidî bide ji bo derxistina PKK ji Şingalê.”