Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berdevkê PDKê: Emê hikûmeteke bihêz ji bo xizmeta Kurdistanê ava bikin

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê PDKê û Endamê Polîtbûroya PDKê Mehmûd Mihemed di civînekê de ligel şandeke Amerîka ragihand ku ewê hikûmeteke bihêz ji bo xizmeta xelkê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê ava bikin.

Şandeke Amerîka, ku pêk hatibû ji Konsulê Amerîka li Herêma Kurdistanê Stîvn Feygn û Berpirsê Beşê Siyasî û Aborî yê Konsulxaneya Amerîka Sîlvya Îlîzya, ligel Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed civiya.

Di wê hevdîtinê de, proseya avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin û Konsulê Amerîka tekezî kir li ser giringiya avakirina wê hikûmetê û Mehmûd Mihemed jî spasiya hevxemiya Konsulxane û Hikûmeta Amerîka kir û got ku hewlên avakirina hikûmetê gihîştine asteke bilind û tenê dem maye li pêşiya ragihandina hikûmeteke bihêz ji bo xizmeta xelk û Herêma Kurdistanê.

Her di wê hevdîtinê de behsa nakokiyên di navbera partiyên siyasî yên cuda li Herêma Kurdistanî hat kirin û Mehmûd Mihemed ragihand ku PDK rijd e li ser avakirina hikûmeteke bihêz û hevbeş, û ev yek jî wê rastiyê piştrast dike ku PDK dixwaze partiyên siyasî rola xwe bibînin di birêvebirina Herêma Kurdistanê.

Ji aliyeke din ve, rewşa di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de mijareke din a vê hevdîtinê bû û Konsulê Amerîka kêfxweşiya xwe nîşan da bi wê nêzîkbûna di navbera Hewlêr û Bexdayê de ku pêwendiyên wan baş bûne û herwiha hêvî xwest ku herdû alî hewlên zêdetir bidin ji bo baştirkirina rewşê û baştirkirina rewşa welatiyan û aramiya welat.