Sîdekan-KDP.info- Îro danê sibehê careke din balafirên Tirkiyê li devera Bradost a ser bi bajerokê Sîdekanê dan û muxtarekî navçeyê jî dibêje, di encama bombebarana balafirên Tirkiyê de ziyaneke madî mezin gihştiye navçeyê.
Celal Uzêr Muxtarê Gundê Xelîfan ji malpera KDP.info re ragihand: “Saet 6 heta 7 û nîv danê sibehê, balafirên şer ên Tirkiyê li Xwakurk û Bêsnok û Maremelayê dan, ku zozanên Başûrê Kurdistanê ne û di encamê de ziyaneke mezin gihandine wê navçeyê.”
Uzêr wiha got: “Heta beriya nîvro jî balafirên Tirkiyê berdewam li ser asmanê navçeya me diçûn û dihatin.”
Tê zanîn ku Sîdekan ser bi Soran ve ye û ew balafir li navçeyê didin ji ber ku çekdarên PKKê xwe nêzîkî navçeyên Başûrê Kurdistanê dikin û ji ber wan êrîşên Tirkiyê 150 gundên wê deverê bêavedanî mane.