Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Di ava Mûsilê de 100 kes mirin û 103 jî winda ne..Beşek ji wan Kurd in

Mûsil-KDP.info- Roja 21ê Adarî belemeke geştiyarî di ava çemê Dîcle de binav bû û li gorî amarên dawî, heta niha termê 100 kesî hatiye dîtin û 103 kes jî di nava avê de winda ne û hêj termê wan nehatiye dîtin.

Serokê Komîteya Ewlehiyê di Encûmena Parêzgeha Mûsilê de Haşim Birîfkanî ji malpera KDP.info re ragihand: “Li gorî amarên dawî, heta niha termê 100 kesî hatiye dîtin û 103 kes jî di nava avê de winda ne û hêj termê wan nehatiye dîtin û beşek ji wan Kurd in.”

Haşim Birîfkanî wiha got: “Beriya bûyerê li cihê ku belem binav bû û ji wir re tê gotin Komelgeha Cezîre, rêveberiya wî cihê geştiyarî hatiye agahdarkirin ku nabe belem bikar bên ji ber ku av bilind bûye, lê wan guh nedaye vê gotinê û xelk li belemên geştiyarî siwar kirine. Lewma jî kesê ku kêmasî kirine di vê mijarê de dê herin pêşiya dadgehê û li Bexda kar tê kirin ku parêzgar jî ji karê wî bê dûrxistin.”