Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Ji ber PKK balafirên Tirkiyê li gundekî Xristiyanan dan

Zaxo-KDP.info- Careke din balafirên şer ên Tirkiyê li devera Zaxo dan. Rêvebirê Nahyeya Derkarê ya ser bi Zaxo ve jî dibêje, balafiran gelek ziyan gihandin wî gundê ku lê dane.

Zêrevan Şerefanî Rêvebirê Nahyeya Derkarê ji malpera KDP.info re ragihand: “Şevê din û îro serê sibehê balafirên şer ên Tirkiyê li herdû gundên Şeranş û Eblehî yên ser bi Zaxo ve, dan û di encamê de ziyaneke madî mezin gihîşt wan gundan, ku çend xanî û otomobîlên welatiyan hatin wêrankirin.”

Şerefanî wiha got: “Îsal ev cara dûyem e ku balafirên Tirkiyê li devera Zaxo didin, ew jî ji ber hebûna PKK li wan navçeyan. Lê bombebarana îro gundê Şeranş jî li xwe girtiye, ku gundekî birayên me yên Xristiyan e û yek ji cihên geştiyarî yê Herêma Kurdistannê ye, ku salane bi hezaran geştiyar serdana wir dikin.”

Ji ber ku çekdarên PKK cih û navendên xwe tînin nêzîkî gundên Başûrê Kurdistanê, balafirên Tirkiyê jî dema ku li wan didin, gelek ziyan dighên wan gundên Başûrê Kurdistanê, lewma ji nêzîkî 300 gundên Başûr bê xizmet û avedanî mane û ji ber şerê PKK û artêşa Tirkiyê xelkê Başûr dibin qurbanî.