Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Newroza we pîroz û bi xêr û xweşî be

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi helkefta Cejna Newrozê peyamek belav kir û tê de ragihan ku niha qonaxekî din di jiyana gelê Kurdistanê de heye û pêwîstiyên vê qonaxê wiha dixwazin ku ber bi binyatnana Kurdistaneke bihêz û geş ve gav bavêjin. Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de dibêje: "Newroz ji bo gelê Kurdistanê herdem mizgîniya destpêkekî nû û hêviyeke nû û serkeftin li ser sîtemkaran û dijwariyan de bûye."

Peyama Newrozê ya Serok Barzanî bi vî awayî ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta cejna netewy ya Newrozê û hatina biharê û nûbûna xweza û sirûştê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemwelatiyên xweşewîst ên Kurdistanê û malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû têkoşer û niştimanperwerên Kurdistanê dikim.

Newroz ji bo gelê Kurdistanê herdem mizgîniya destpêkeke nû û hêviyeke nû û serkeftinê bûye bi ser sitemkaran û dijwariyan de. Xelkê Kurdistanê di salên derbasbûyî de di şerê dijî terorîstan de û li hember zilma nehezan û kêşe û qeyran û guzeraniya xirab, xweragir bûne û ew xweragiriya wan cihê rêzê ye.

Bi boneya vê cejnê ji hemû alî û partiyan daxwaz dikim ku wek wefayek ji bo xwîna şehîdan û qehremaniya Pêşmerge û xweragiriya gelê Kurdistanê, pêşkeftin û parastina Kurdistanê ji xwe re bikin karên sereke.

Niha qonaxeke din di jiyana gelê Kurdistanê de heye û pêwîstiyên vê qonaxê wiha dixwazin ku berev binyatnana Kurdistaneke bihêz û geş gav bavêjin. Di rastiyê de jî daxwaza rastîn a hemû hemwelatiyên Kurdistanê ew e û pêwîst e rêz li vê îradeyê bê girtin. Ji ber ku ew azadî û destkeftên niha hene berhema xwîna şehîdan û xweragiriya xelkê Kurdistanê ne.

Bi vê helkeftê tekezî li ser parastina çanda pêkvejiyan û birayetî û tebayî ya di navbera pêkhateyên Kurdistanê de dikin û hêviya bihêzbûna vê çanda bi biha ya gelê Kurdistanê dixwazin.

Jibilî spasiyên min ên ji bo zehmet û keda hêzên polîs û asayişê ya di xizmetkirina xelkê û dabînkirina asayişê di cejin û helkeftan de, daxwazê ji hemû xelkê me yên xwoşewîst dikim ku; parastina jîngehê û xweşikiya welatê me erkê wan yê sereke be.

Hêvîdar im Newroza îsal bibe destpêkek ji bo bexteweriya hemû xelkê Kurdistanê û hêvî dikim vê Newrozê û hemû cejn din jî bi şadî û bexteweriyê pîroz bikin. Newroza we pîroz û bi xêr û xweşî be.

Mesûd Barzanî

12 Adara 2019”