Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PKK û artêşa Iraqê bûne bela serê Şingalê

Şingal-KDP.info- Îro careke din şer û pevçûn di navbera artêşa Iraqê û hêzên PKKê de li Şingalê derket. Berpirsê PDKê li wê navçeyê jî dibêje, ew hêz bûne bele ji xelkê Şingalê re û dibe ku bûyerên xerabtir jî biqewimin.

Qadir Qaçax Berpirsê Şaxa 17 ya PDKê li Şingalê eşkere dike ku şer îro 19.3.2019 dîsa şer di navbera hêzên PKK û artêşa Iraqê de derket û alozî berdewam e û li gorî zaniyariyan herdû aliyan xwe hêzên xwe kom kirine ji bo ku êrişî hev bikin û her ku diçe rewş aloztir dibe.

Qadir Qaçax ji malpera KDP.info re ragihand: “Di şerê beriya çend rojan di navbera PKK û hêzên artêşa Iraqê de, 4 çekdarên PKKê hatin kuştin û leşkerekî Iraqê jî hat kuştin. Îro jî piştî şer û li gorî zaniyariyên me, hêzeke artêşa Iraqê esîr ketine destê çekdarên PKK û hikûmeta Iraqê balafir şandine ser Şingalê.”

Qaçax wiha got: “Mixabin ew hemû hêzên ku niha li Şingalê be, li ser Şingalê şerê hev dikin. Ew deselata ku niha li wir heye ku leşkerî ye, nerewa ye û nedestûrî ye.”

Wî berpirsê PDKê li Şingalê wiha domand: “Hêzên Iraqê û hêzên PKKê bûne bele li ser xelkê Şingalê û heta ew hêz li Şingalê bin dê navçe aram nebe û qet rewşa baş nabe. Niha jî dê bşyerên nexweştir rû bidin, ji ber ku ew hêz nikarin heta dawî bi hevre bin.”