Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Qaymeqamê Şingalê: Heta PKK û Heşda Şeibî li Şingalê bin dê aramî nebe

Şingal-KDP.info- Qaymeqamê Şingalê behsa şerê duhî di navbera artêşa Iraqê û PKK li Şingalê dike û dibêje, hêzên PKK rojane li ser sînorê di navbera Sûriye û Iraqê çûn û hatinê dikin û heta PKK û Heşda Şeibî li Şingalê bin dê qet rewş li wir aram nebe.

Şevê din 17.3.2019 şerekî giran li Şingalê di navbera PKK û artêşa Iraqê de derket û kuştî û birîndar derketin.

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl derbarê wî şerî di daxuyaniyeke taybet de ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku girûpeke çekdarî ji PKK hewl dan ku ji Sûriyê bên nava axa Iraqê, hêzên artêşa Iraqê bi erkê xwe yê destûrî ji bo parastina sînor rabûn, lê çekdarên PKK gule berdan wan û hêzên artêşê jî bersiva wan dan û bergîrî li xwe kirin û zêdetirî saetekê şer berdewam kir.”

Mehma Xelîl wiha domand: “Çekdarên PKK ji ser Çiyayê Şingalê çûn alîkariya wan çekdarên xwe yên ku şer dikirin û li nêzîkî navçeya Sinûnê şer derket û di encamê de 2 serbazên Iraqê hatin kuştin, ku ji hêza 15 a artêşa Iraqê bûn. Herwiha li gorî zanyariyan jî 2 çekdarên PKKê hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne û ji bo Qamişlo hatine veguhestin.”

Xelîl wiha got: “Biryar e îro artêşa Iraqê û PKK bi hevre bicivin, ku ev cara yekê ye ku girûpeke neiraqî leşkerên Iraqê bikuje û Iraq ligel wan bicive. Ev yek binpêkirineke mezin e.”

Mehma Xelîl ragihand: “Wek îdareya Şingalê beriya niha jî me hişyarî dabû ku hebûna wan çekdaran li Şingalê ne di berjewendiya Şingalê de ye û derbaskirina sînor jî ne destûrî ye. Hikûmeta Iraqê li hemberî wan karên wan berpirsyar e, ji ber ku mûçe dida wan û çek ji wan re dişand, lewma jî pêwîst e rewş çareser bibe.”

Qaymeqamê Şingalê wiha domand: “Heta PKK û Heşda Şeibî li Şingalê bin, qet rewşa navçeyê aram nabe û dê her rewş xerab be. Rojane çekdarên PKK bi kêfa xwe ji Sûriyê diçin û tên.”