Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Biro: Guhertineke mezin li Rojavayê Kurdistanê çêdibe

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Derve yên ENKSê Îbrahîm Biro ragihand ku guhertineke mezin li Rojavayê Kurdistanê û li rojhilatê Ferat dê çêbibe û dê îdareyeke nû ava bibe.

Îbrahîm Biro ji malpera KDP.info re ragihand: “Amerîka hinekî vekişandina xwe ji Sûriyê paş dixe û nahêle rêjîma Sûriyê vegere rojhilatê Feratê, ji bo ku rêjîmê neçar bikin danûstandinên siyasî bike. Tê pêşbînîkirin ku şerekî giran li Idlib biqewime û Amerîka û Ewropa jî ew şer derkeve. Rûsya jî dê di wî şerî de beşdar bibe ji ber hêzên tundrew li wir hene. Lewma jî eger şer derkeve dê hejmareke mezin ji xelkê koçber bibin. Ji aliyê din ve jî nûnerê Amerîka kar dike ku bilez komîteya nivîsandina destûrê Sûriyê ava bibe û dest bi kar bike û herwiha Kongreya Cinêf jî dîsa civînên xwe bike.”

Biro wiha got: “Em wek ENKS ku beşek in ji şanda oposizyonê ya danûstandinan, em di hemû civîn û hevdîtinên derbarê destûrê Sûriyê de, em kar li ser mafê gelê Kurd li Sûriyê dikin. Ji bo Rojhilatê Feratê jî, em hewl didin ku rola Kurdan di danîna Navçeya Aram de sereke be. Amerîka jî soz daye Tirkiyê ku sînorên wê parastî be, lê hêj nexuya ye ku dê kî sînor biparêze. Tirkiye razî nabe ku PYD li ser sînor be û em jî dibêjin pêwîst e xelkê navçeyê bi xwe li wir bin û ne kesê biyanî bin û ti şer li ser sînor dernekeve. Em dibêjin ku divê îdare û parasineke nû bê avakirin û Pêşmergeyên Roj û pêkhateyên din navçeyê biparêzin û îdareya wê jî ji hemû pêkhateyan be.”

Îbrahîm Biro wiha domand: “Piraniya welatan dibînin ku ew pêşniyara me baş e, ku xelkê cih bi xwe rêveberiya Navçeya Aram bikin û biparêzin, ne xelkê biyanî, lê hêj rêkeftina dawî li ser wê navçeya aram nehatiye kirin, ji ber ku hêj PYD li wir e û PYD bi kesî re lihev nake û dixwazin her tişt di destê wan de be, lê guhertineke mezin dê çêbibe û PYD li ser sînor namîne û dê îdareyeke nû ava bibe, ji ber ku am nahêlin tişta ku Efrînê çêbû, dûbare bibe.”