Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Emê sektora geştyariyê bikin çavkaniyek baş a abûriya Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî vekirina Pêşangeha Rojhilata Navîn a ji bo Geştûguzariyê li Hewlêrê (METEX) gotarek pêşkêş kir û ragihand: “Pêşxistina sektora geştyariyê yek ji armancên sereke yên hikûmetê ye û emê geştyariyê bikin çavkanî ji dahata Kurdistanê re.”

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe ya Pêşangeha Rojhilata Navîn a ji bo Geştûguzariyê li Hewlêrê (METEX) de destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê zemîneke baş e ji bo geştyariyê û divê ev derfet were bi kar anîn û Kurdistan li ser asta Rojhilata Navîn, bibe navendeke diyar a geştyariyê.

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku li Herêma Kurdistanê her çar demsal derfeta geştyariyê heye û got: “Sirûşta balkêş, deşt û dol, gir û çiya, çem û rûbar û kanî, daristan û bi sedan şûnwarên dîrokî, hemû pêwîstiyên geştyarî di her çar demsalên Kurdistanê de hene, ji hemûyan giringtir jî amadebûn û jîngeha civakî û civaka xelkdost û mêvandariya Kurdistanê ye ku her dem ji xweşî û jiyan û aramî û aştiyê hez dike. Xelkekî wisa ye ku ti pirsgirêka wî di bîr û felsefeya geştyariyê de tine ye.”

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bal kişande ser rewşa darayî ya çend salên derbasbûyî û got: “Bêguman eger rewşa giran a çend salên derbasbûyî tinebûya, Hikûmeta Herêma Kurdistanê plana berfireh a geşepêdan û pêşxistina sektora geştyariyê li Herêma Kurdistanê cîbicî dikir, ji rêkxistin û berfirehkirina jêrxana geştiyariyê ve, heta digihîje pêşkêşkirina baştirîn ximetguzariyên geştyariyê di hemû warên geştyariyê de.”

Herwiha diyar kir: “Divê rewş û bûyerên giran ên çend salên derbasbûyî, ji bo Herêma Kurdistanê bibin pend û wane.”

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bal kişande ser giringiya sê sektoran û eşkere kir: “Divê em ji bo wê yekê kar bikin ku Kurdistan piraniya dahata xwe, ne ji petrol û çavkaniyên sirûştî, ji sektorên geştyarî, çandinî û pîşesazî dabîn bike.”

Herwiha diyar kir ku Herêma Kurdistanê tenê bi sê sektorên xwe yên geştyarî û pîşesazî û çandinî, dikare xwe ji girêdana bi petrolê rizgar bike.

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku ji destpêkê ve siyaseta Herêma Kurdistanê ew bûye ku roleke mezin bide sektora taybet, daku li hemû warên avakirin û geşepêdana hemû sektorên jiyanê li Herêma Kurdistanê bi awayekî aktîv hevbeş û beşdar bibe.

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir: “Em bi hêvî li siberoja peywendiyên xwe yên li gel Bexdayê dinêrin, em dixwazin gav bi gav hemû pirsgirêkên xwe li gel hikûmeta federalî ya Iraqê di çarçoveya destûrê de çareser bikin. Em hêvîdar in başbûna peywendiyên Hewlêr û Bexdayê bibe handereke din ji bo veberhênan û sermayedaran daku derfeta kar û veberhênanê li Herêma Kurdistanê bibînin. Ew dikarin ji vir, ji Herêma Kurdistanê ber bi deverên din ên Iraqê gav biavêjin û sînorê veberhênana xwe berfirehtir bikin.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku divê geştiyarên ku têne Kurdistanê, hîs bikin ku ew hatine mala xwe û rêz li wan tê girtin û divê hêsankarî ji bo mêvanên Kurdistanê were kirin.