Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Barzaniyê Nemir, dijwartirîn xebat.. Bihêztirîn rêber

 

Hewlêr-KDP.info- Mistefa Barzaniyê Nemir di 14.3.1903 li Barzan jidayik bûye.. Di sê saliya xwe de ji ber helwesta netewî û azadîxwaz a malbata xwe ligel dayika xwe dikeve zindanê.. Di 19 saliya xwe de serkirdatiya hêzeke barzaniyan dike ku diçin bo piştevaniya şoreşa Şêx Mehmûd Hefîd li Silêmaniyê.. Di sedeya derbasbûyî de beşdar dibe û rêberatiya 7 şoreşên rizgarîxwaz ên Kurdistanê dike, ew jî şoreşên barzaniyan di nîva salên 1930 de, şoreşên Barzan 1943 – 1945, şoreşa Pêşewa Qazî Mihemed û damezrandina Komara Kurdistan de li Mehabad, şoreşa Îlonê, şoreşa Gulanê..

Damezrênerê mezintirîn û bihêztirîn partiya kurdî û Kurdistanî ye di dîroka nû ya Kurdistanê de, ku ew jî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye.. Sala 1946 bergîriyeke pir aza li Komara Kurdistan dike û piştre di heman demê de di nava hersê perçeyên Kurdistanê Rojhilat û Başûr û Bakur de şerê hersê dewletên Îran û Iraq û Tirkiyê dike û di encamê de piştî ku ziyaneke mezin dighîne wan, karî xwe û hêza xwe derbas bike û bi rêyeke efsaneyî ava Aras qût bike û xwe bihîne Yekîtiya Sovyêt a berî.

Ji sala1947 heta 1958 ji ber zordariya dagîrkeran derfet ji bo mana li Kurdistanê û xebata leşkerî nemabû, lewma jî Barzanî û 500 hevalên xwe li Yekîtiya Sovyêt jiyan û li wir xebateke siyasî û dîplomatîk girîng kirin..

Piştî ku Barzaniyê Nemir û hevalên xwe ji Sovyêt vegeriyan Iraqê, Barzanî dest bi şoreşa Îlonê kir, ku bihêztirîn û dirêjtirîn şoreşa berfireh û niştimanî bû, ku 11.9.1961 ev şoreş li ser destê vî rêberî hat pêxistin û her Barzanî serkirdatiya wê dikir, ku nêzîkî 14 salan dirêj kir. Di 11ê Adara 1970 de rêjîma Iraqê neçar kir ku îtîrafê bi hebûn û beşek ji mafê gelê Kurd bike û di wan rojan de Hikûmeta Iraqê rêkeftina bi navê 11ê Adarê îmze kir, ku ew rêkeftin di dîroka hevçerx a Kurdistanê de yekemîn destkefta fermî û yasayî û netewî bû..

Di dirêjahiya jiyan û xebata Barzaniyê Nemir de, herçar dewletên dagîrker Îran û Iraq û Tirkiye û Sûriye, ligel çend welatên din ên navçeyê û cîhanê û herwiha destên reş ên navxwe, dijayetiya wî û şoreş û xebata wî dikirin û pilan û êrîşên leşkerî û siyasî û bi hemû awayekî şerê wî dikirin. Bi palewanî şerê hemûyan dikir û di rûyê wan de disekinî û doza gelê xwe bilind hişt û qet qebûl nedkir ku dest ji ti mafeke rewa yê gelê xwe berde..

Dema di Adara 1974an de rêjîma wê demê ya Iraqê poşman bû ji Rêkeftinameya 11ê Adarê û dest bi şer kir li dijî gelê me û li dijî Şoreşa Îlonê, di bin rêbertiya Barzaniyê Nemir bergîriyeke pir bi bandor hat kirin û di encamê de destpêka Adara 1975 rêjîm di şerê xwe de şikest û rêjîma Iraqê neçar bû ku berê xwe bide Îran û welatên ku li berjewendiya xwe digerin û hemû bûn destek li dijî şoreşa Kurdistanê û karîn demkê wê şoreşê rawestînin..

Barzaniyê Nemir di dîroka dûr û nêzîk a gelê me de, yekemîn rêber û serkirde bû ku karî şoreş û xebat û bizava rizgarîxwaz a Kurd û Kurdistanê ji xebateke navçeyî bike bo xebateke seranserî û berfireh li Kurdistanê.. Herwiha di serdema xebat û rêbertiya Barzaniyê Nemir de pirsa Kurd û mafên gelê me yên rewa gihîştin piraniya welatên dunyayê û deng û rengê şoreşa heqxwaz a Kurdan gihîşt hemû cîhanê.. Tekane rêber e ku zêdetirî nîv sede bi bê westan di nava şoreş û têkoşînê de bû.. Tekane serkirde ye ku di rêya xwe ya xebatê de ewqas dijwarî û zehmetî û kaş û kendal û girêk nedîtiye.. Nemir di salên xebata xwe rastî gelek pilanên giran hatiye, di nava wan de jî 2 pilanên navçeyî û navdewletî di salên 1947 û 1975 de bû ye, lê herdû jî derbas kiriye.. Di nava pêkhateyên Kurdistanê de gelek alîgir û dilsozên Barzaniyê Nemir hene, ku bê cudahî ligel Barzanî û hizb û rêbaza wî bûne..

Heta niha diyartirîn serkirde û rêber e ku piştî wefata xwe jî, nav û xebat û têkoşîna şoreşa wî zindî maye.. Zêdetirîn serkirdeyê Kurdistanê ye ku xebat û şoreşên wî li ser asta cîhanê deng vedaye.. Li çendîn mozexaneyên navdewletî li welatan wêne û peykerên Barzanî hatine danîn û Barzanî di nava rêberên cîhanê de rêz kirine.. Niha jî partiya wî rêberê mezin li ser asta Başûrê Kurdistanê û Iraq û navçeyê û hemû cîhanê xwedî pêgeheke bihêz e û berdewam e li ser xebata bajar û li ser şoreşa demokrasî û medenî û birêvebirinê û pêşxistina civakê, her wek çawa Barzaniyê Nemir li ser çiya xebat dikir.. Her partiya Barzaniyê Nemir bû ku rêbertiya referandûma 25ê Îlonê kir, ku berdewamiya xebata ji bo mafê gelê Kurd bû ji bo serxwebûna Kurdistanê.