Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Sedat Onal pêşxistina pêwendiyên Kurdistan û Tirkiyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokêwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinekê de li gel Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Sedat Onal û şandeya pê re ragihand, Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên bi Tirkiyê re, di hemû waran de û bi taybetî jî di warên aborî û bazirganî de amade ye.

Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Sedat Onal û şandeya pê re kir. Di hevdîtinê de peyvendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê hatin gotûbêjkirin û herdu aliyan tekezî li ser pêşxistin û geşedana wan pêwendiyan di hemû waran de kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di civînê de spasiya serdana şandeya Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê kir û ji ber erkê wî yê nû ku weke cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyê dest bi kar bûye, hêviya serkevtinê ji Onal re xwest.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê berdewam dixwaze li gel cîranên xwe û bi taybet jî li gel Tirkiye, xwediyê peywendiyên baş be. Serokwezîr Barzanî herwiha amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina zêdetir a peywendiyan di hemû aliyan de û bi taybet jî di warên aborî û bazirganiyê de nîşan da.

Di beşeke din ê axavtina xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir ku vê dawiyê li gel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî hewl hatine dayîn, ji bo ku çend pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bêne çareserkirin.

Ji bo çareseriya pirsên din jî, Nêçîrvan Barzanî amadebûna Herêma Kurdistanê ya ji bo destpêkirina diylogên ciddî nîşan da û tekezî li ser giringiya rola welatên dost di vê derbarê de kir.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Sedat Onal jî kêfxweşiya xwe li hember serdana bo Herêma Kurdistanê nîşan da û ji ber berbijêriya wî ji bo posta Serokê Herêma Kurdistanê, pîrozbayî li Nêçîrvan Barzanî kir.

Onal herwiha hêvî kir ku di demekî nêzîk de kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bê.

Di beşeke din a hevdîtinê de, Onal amaje bi pêwendiyên kevnar û dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de kir û amadebûna welatê xwe ji bo pêşxistina zêdetir a pêwendiyan di hemû waran de nîşan da.

Gotûbêjkirina rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û çend babetên girêdayî pêwendiyên dualî jî aliyeke din ê hevdîtinê bûn.