Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berdevkê PDKê: Em dixwazin bilez hikûmet ava bibe ji bo em rewşa xelkê baştir bikin

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê fermî yê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, Serokatiya Herêma Kurdistanê tê aktîvkirin û serok li parlemantoyê tê hilbijartin û piştre ew cudahiya ku di navbera PDK û partiyên din de heye li ser çawaniya hilbijartina serokê herêmê, emê pêkve gotûbêj bikin û binirxînin û dema ku destûrê Herêma Kurdistanê bê nivîsandin dê deselatên serokê herêmê û çawaniya hilbijartina wî di destûr de bê tesbîtkirin.

Mehmûd Mihemed ji malpera KDP.info re derbarê rewşa siyasî û pêngavên avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê, axivî û amaje bi civînên PDK ligel YNK û Goran ji bo avakirina hikûmeta nû kir, ku PDK dixwaze ew di hikûmetê de beşdar bin. Herwiha da zanîn ku ew partiyên ku biryar dane di hikûmetê de beşdar nebin jî, PDK ligel wan civiya.

Berdevkê PDKê wiha got: “Em dixwazin hemû alî berpirsyaretiyê bavêjin ser milê xwe, nexasim li hemberî vê rewş û pêşhatên niha û li hemberî encamên hilbijartinên ku xelkê Kurdistanê dengê xwe danê û li hêviyê ne ku nêzîk rewşa wan baştir bibe.”

Mehmûd Mihemed tekez kir li ser hewlên PDKê ku ligel YNKê dide ji bo ku xelkê Kurdistanê bilez encama serkeftin û dengdana xwe di hilbijartinan de bibînin, ew jî bi avakirina hikûmeta nû û aktîvkirina parlemanto ji bo ku yasayên pêwîst derkevin û çavdêriya kar û pirojeyêm hikûmetê bê kirin.

Mihemed ragihand: “Nabe em hema li hêviya wan bin di proseya avakirina hikûmetê de.

Tê zanîn ku PDK xwedî 45 kursî ye û rêkeftinek ligel çend partiyên siyasî kiriye û PDK dikare niha hikûmeta nû ava bike û serokê herêmê hilbijêre, lê PDK li hêviya YNKê ye ku ew jî bê û di avakirina hikûmetê de beşdar bibe.”

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed eşkere kir ku tişta niha li pêşiya PDK û hevpeymaniyê wê ye ku yasaya serokatiya herêmê dîsa bê aktîvkirin û serokê herêmê bê diyarkirin û herwiha serokê nû yê hikûmetê bê erikdarkirin ku hikûmeta xwe ava bike.

Mehmûd Mihemed wiha got: “Di civîna me û YNK de, em bi eşkere axivîn û em hewl didin ku civînin din encam bidin û em bighên avakirina hikûmetê. Em dixwazin hikûmeteke bihêz ava bikin, ku hemû partiyên siyasî piştevaniyê lê bikin da ku bikaribe gotûbêj û danûstandinan ligel Bexdayê bike ji bo başkirina rewşa Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanê yên madeya 140.”

Mihemed wiha domand: “Serokatiya Herêma Kurdistanê tê aktîvkirin û serok li parlemantoyê tê hilbijartin û piştre ew cudahiya ku di navbera PDK û partiyên din de heye li ser çawaniya hilbijartina serokê herêmê, emê pêkve gotûbêj bikin û binirxînin û dema ku destûrê Herêma Kurdistanê bê nivîsandin dê deselatên serokê herêmê û çawaniya hilbijartina wî di destûr de bê tesbîtkirin.”