Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Îro salvegera jidayikbûna Barzaniyê Nemir e

Hewlêr-KDP.info- Rêberê bizava rizgarî ya gelê kurd Mistefa Barzanî, roja 14.3.1903, beriya 116 salan û di rojeke wek îro de li gundê Barzan jidayik bû .

Mistefa Barzanî kurê şêx Mihemed Barzanî ye, 14ê Adara sala 1903 li gundê Barzan jidayik bûye. Di temenê 3 salî de dikeve ber xezeba Osmaniyan û bi dayîk û birayê xwe yê mezin Şêx Ebdulselam re dikeve zîndanê û 9 mehan di zîndanê de dimîne.

Çend mamosteyan li gundê Barzan 6 salan ders dane Barzanî. Piştre tevlî xwendina fîqha îslamî bûye û 4 salan zanistên olî xwendiye. Herwiha piştre û di dema ku 10 salan bo Silêmaniyê hat dûrxistin, li wir hewl da ku xwendina xwe temam bike.

Mistefa Barzanî sala 1919 beşdarî şorşea Şêx Mehmûdê Hefîd dike û dibe berpirsê hêzeke 300 kesî. Sala 1920 Şêx Ehmed Barzanî Mela Mistefa dişîne ba Şêx Seîdê Pîran li Bakurê Kurdistanê ji bona ku hemahengiyekê di navbera şoreşa Şêx Seîd û şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd de bê kirin.

Mela Mistefa di salên 1931-32 de, li devera Barzan û li gundên Mêrgesor û Şêrwan fermandehiya pêşmergeyên ku şerê Înglîz dikirin, dikir. Jîrbûna Mela Mistefa di warê serbazî û şerkeriyê de li wir eşkere bû.

Sala 1932 dema hikûmeta wê demê ya Iraqê bi alîkariya Birîtanya êrişî hêzên kurd dike, Şêx Ehmed Barzanî tê girtin ji ber wê jî Mela Mistefa dest bi rêbertî û rêxistina hêzên kurd dike.

Hikûmeta Iraqê salekê piştî wî şerî lêborînê bo hêzên Pêşmerge û malbatên Barzanî derdixe ji ber wê jî ji sala 1936 heta 1943 çalakiyên serbazî ji aliyê Pêşmerge ve tên sekinandin. Sala 1943 dîsa xebata pêşmergetiyê û bizava kurdî ji aliyê Mela Mistefa Barzanî ve destpê dike.

Mela Mistefa Barzanî karî şert û mercên wê demê, ku şerê cîhanê yê duyem hebû, her wiha kûdetaya ku li dijî hikûmeta wê demê ya Iraqê hat kirin, bi sûda kurdan bikar bîne û cardin vegere gundê xwe li devera Barzan. Tevahiya peywendiyên xwe bi hikûmeta Iraqê re qetand û daxwaza hikûmeta lawaz ya Iraqê red kir. Hikûmeta Iraqê daxwaz kiribû Pêşmerge şer bide sekinandin.

Piştî ku Mela Mistefa Barzanî karî hêzeke 2500 kesî kom bike û xwe bihêz bike lê piştî sal û nîvê, hikûmeta Iraqê bi hêzeke mezin êrişî devera Barzan kir. Hêzên Pêşmerge bi fermandehiya Mela Mistefa şerekî mezin kirin lê paşê vekişiyan devera Kanî Reşê li ser sînorê Tirkiyê.

Piştî wî şerî Mela Mistefa bi heval û pêşmergeyên xwe ve derbasî Rojhilatê Kurdistanê û bajarê Mehabadê dibe. Roja ragihandina Komara Kurdistanê, 22 Mijdara 1946, Mela Mistefa wek fermandeyê artêşa Komara Kurdistanê li kêleka rastê ya Pêşewa Qazî Mihemed cih digire û pileya “general” werdigire.

Piştî ku Komara Kurdistanê hilweşiya, Mela Mistefa Barzanî bi pêşmergeyên xwe ve derbasî Sovyetê dibe lê li ser rê rastî êrişa hêzên Îranê tên û piştî şerekî mêrxasane derbasî Sovyetê dibin.

12 salan li Sovyetê dimîne û li wir dema ku Stalîn serok bû, mameleke tund ligel Barzanî û hevalên wî tê kirin. Heta piştî mirina Stalîn sala 1953 hinekî rewşa jiyana wan baş dibe.

Barzanî li Rûsya tevî derbasbûna 45 salan ji temenê wî, lê li akadîmiya zimanan a Mosko dest bi xwendina abûrî û cografî û zanistî û zimanê Rûsî dike.

Roja 26 Cotmeha 1958 û piştî Şoreşa 14 Tîrmeha 1958, Barzanî vegeriya Iraqê û ji Besra û heta bi Hewlêrê xelk derketin pêşwaziya wî. Hikûmeta wê demê ya Iraqê hinek soz dabûn kurdan lê dema Mela Mistefa dît hikûmetê sozên xwe bicîh nehanî, Îlona 1961 dîsa dest bi şoreş û xebatê kir, wî şerî heta 11 Adara 1970 dirêj kir.

11ê Adara 1970 Barzanî û hikûmeta Iraqê li ser projeya otonomî bo Kurdistanê lihev kirin û bo cara yekê di doroka şoreşên Kurdistanê de, Kurdan karî bi xebata 9 salan destkefteke wisa mezin ji bo Kurdan bidest bixe.

Sala 1968 partiya Beis kûdetayek li dijî hikûmeta Iraqê kir. Şert û merc hatin guhertin û Mela Mistefa Barzanî bi hikûmetê re dest bi muzakerê kir. Berhema wê muzakerê rêkeftina 11 Adara 1970 bû. Li gorî wê rêkeftinê, kurd dibe şirîkê hikûmeta Iraqê û zimanê kurdî dibe zimanê fermî û Kurdistan jî dibe herêmek xweser. Lê paşê hikûmeta Iraqê xwe ji wê rêkeftinê dizî û sala 1975 bi Îranê re li Cezayirê rêkeftinek îmze kir.

Piştî wê rêkeftina 1975, careke din Barzaniyê Nemir çavdêrî û serperiştiya danîna bingeha şoreşeke din dike.

Mela Mistefa Barzanî dûmahîka sala 1975 nexweş dikeve ji ber wê jî diçe Amerîka. Roja 1 Adara Sala 1979 li Amerîka koça dawîdike. Termê wî bi awayekî demkî li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê tê veşartin, piştî Raperîna 1991 termê wî û Îdrîs Barzanî bo devera Barzan tên veguhestin.