Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Tirkiye: Em dixwazin pêwendiyên me û Herêma Kurdistanê yên abûrî bihêztir bibin

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Tirkiyê hêviya serkeftina Mesrûr Barzanî di Kabîneya Nû û pêşxistina pêwendiyên abûrî û bazirganî ligel Herêma Kurdistanê dixwaze.

Îro Çarşema 13.3.2019 Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiye Sedat Onal û şand a pê re kir.

Di wê dîdarê de, dawî pêşhateyên navçeyê û pêwendiyên dûalî, hewl û pêngavên Kabîneya Nû ya Hikûmeta herêma Kurdistanê û pirsên hevbeş hatin gotûbêjkirin.

Mesrûr Barzanî daxwaza herêma Kurdistanê di pêşxistina pêwendiyên di navbeyna Tirkiye û herêma Kurdistanê de, di hemû waran de tekez kir, bi şêweyekî, ku di berjewendiya her dû aliyan de be û xizmeta aştî û aramiyê bike.

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê hêviya serkeftinê ji bo Mesrûr Barzanî di serokatiya Kabîneya Nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de xwest û daxwaza welatê xwe di pêşxistina pêwendiyên abûrî û bazirganî ligel herêma Kurdistanê wek cîranekî û dergehî ji navçeyên din yên Iraqê re, anî ziman.

Herweha pêşhateyên navçeyê, rewşa asayişa navçeyên sînorî û rola kompanyayên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê mijareke din a civînê bûn