Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Berdevkê PDKê: Em dixwazin hikûmeteke bihêz û gelek alî ava bikin

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê fermî yê PDKê aşkera kir ku, li bendê ne YNK xwe zelal bike ku guftûgoyên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin. Herwiha got jî: “Em dixwazin hikmeteke bihêz ava bikin ku gelek alî tê de beşdar bin.

Berdevkê fermî yê PDKê Mehmûd Mihemed di civînekî çapemeniyê ya piştî civîna encûmena rêveberiya PDKê de ragehand, di civînê de behsa rewşa herêma Kurdistanê û tevgera milmilaneya navnetewî ya li ser navçeyê û bandorên wê li ser herêma Kurdistanê û herwaha rêkeftina li gel YNKê û Gorran û pirsa pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê hatine gotûbêj kirin.

Derbarê sedemê rawestana gotûbêjan çend rojên borî de jî got: “Em li bendê ne ku hevalên YNKê xwe zelal bikin. Ji ber di gotûbêjên me de derket ku pêwîste serokatiya parlamentoyê bê temam kirin û ew namzed diyar bikin. Piştre karên pêwîstî bo yasaya serokatiya herêma Kurdistanê bê kirin. naha parlamento dixwaze lijneyên xwe ava bike. Pêwîst e endamên YNKê di civînê de beşdariyê bikin. Piştre bo erkdarkirina serokê kabîneya nû bê kirin.”

Herwaha tekez kir ku hewl didin di wan çend rojane de li gel YNKê û aliyên din bicivin. Û got: “Herçend biryar bû civînên xwe bikin û piştre me agahdar bikin jî, lê wisa dizanim ku hîn ne civiyane û dem jî pir derbas bû û zêde derbas kirina demê jî zererê dide proseyê.”

Mehmûd Mihemed got: “Bo babeta Bexdayê hewldanek cîdî heye ku rewş bê rêkxistin û rêkeftinek di navbera PDKê û YNKê de hebe bo vê babetê jî. Ev beşek bû li wan guftûgoyên serok Barzanî û Kosret Resûl. Herwaha babeta Kerkûkê jî hatiye behs kirin û dimîne li ser rêkeftinê.”