Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Amerîka hewl dide ji bo yekîtiya ENKS û PYD”

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Piştî biryara vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê, niha hewleke mezin heye ji Amerîka ku hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bike yek û ji bo wê yekê jî Amerîka ligel PYD û ENKS jî civyaye.

Serokê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd ji malpera KDP.info re ragihand: “Beriya demekê Amerîka li Sûriyê ligel PYD û piştre ligel ENKS civiya ji bo ku herdû alî rêkeftinekê bikin. Herwiha herî dawî jî Amerîka li Hewlêrê jî bi ENKSê re rûnişt. Emê tenê daxwazeke me hebû ku dema Navçeya Aram bê avakirin, xelkê wan navçeyan wir birêve bibin û hêzên din destê xwe nexin karûbarê wê navçeyê.”

Yek ji pirsgirêkên di navbera ENKS û PYD û hêzên ser bi PKKê ve, pirsa vegera Pêşmergeyên Roj e ji bo Rojavayê Kurdistanê, ji ber ku PYD ji bilî hêzên ser bi edyolojiya xwe ve, ti hêzeke din qebûl nake.

Newaf Reşîd wiha dibêje: “Em ji aliyê siyasî ve nûneratiya Pêşmergeyên Roj dikin. Niha Amerîka bi me re û bi PYDê re hewl dide ku em bighên rêkeftinekê, lê heta niha em negihîştine encameke yekalîker, ji ber ku em razî nabin xelk ji cihekî din ve bên û xwe bikin deselat bi ser xelkê me de.”

Derbarê egera vegera hêzên rêjîma Beşar Esed ji bo Rojhilatê Ferat û Rojavayê Kurdistanê, Newaf Reşîd wiha domand: “Em bawer nakin ku rêjîma Beşar Esed dê vegere wan navçeyên ku beriya sala 2011 di bin destê wê debûn. Dema Amerîka biryar da ku hêzên xwe ji Sûriyê vekşîne, PYD xwest ku hêzên rêjîmê vegerîne Rojavayê Kurdistanê, lê pir zehmet e ku ew hêz vegerin navçeyên ku berê lê bûn ji ber ku welatên mezin razî nabin bi vegera hêzên Esed. Ji ber ku bi vegera hêzên rêjîmê ji bo navçeyên Rojavayê Kurdistanê dê metirsî li ser xelkê navçeyê çêbibe û Amerîka nahêle ew yek çêbibe.”