Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Nûnerên Yekîtiya Ewropa piştgiriya vegera Pêşmergeyên Roj dikin”

Broksil-KDP.info- Endamekî Kurd di Desteya Danûstankar a Opozisyona Sûriyê dibêje, Yekîtiya Ewropa piştevaniya xwe ji bo vegera Hêzên Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê nîşan da.

Îro Pêncşema 7.3.2019 şandek ji Desteya Danûstankar a Opozisyona Sûriyê bi beşdariya nûnerên ENKSê di berpirsên mezin ên Yekîtiya Ewropa re civiya.

Nûnerê ENKSê Hewas Egîd di daxuyaniyekê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro li Broksila Beljîka ,e hejmareke civîn lidar xistin. Ligel berpirsên karûbarê Sûriyê û karûbarê Rojhilata Navîn di Yekîtiya Ewropa de, herwiha ligel berpirsên karûbarê Sûriyê di Hikûmeta Beljîka û tîma Neteweyên Yekbûyî li Broksil û komîteya siyasî û ewlehî ya Neteweyên Yekbûyê, ew jî bi amadebûna nûnerê 27 welatan û berpirsên mezin ên parastina sivîlan û gihandina alîkariyan ji Yekîtiya Ewropa.”

Hewas Egîd wiha got: “Civînên me pir girîng bûn, derbarê çareseriya siyasî ya pirsa Sûriyê û komîteya destûrî û hemû navçeyên Sûriyê, bi taybetî jî Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Feratê û pirsa Efrînê û gihandina alîkariyan.”

Egîd wiha domand: “Nûnerên Yekîtiya Ewropa û tevahiya berpirsên Ewropî yên ku me ew dîtin piştgiriya rola ENKSê û vegera Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê dikin.”