Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

DAIŞ li Baxozê keç û zarokên Êzdî dike mertalên zindî

Duhok-KDP.info- Alîkarek bi pirsa Êzdiyên revandî re dibêje, DAIŞ li cihê xwe yê dawî de ku Baxoz e, keç û jin û zarokên Êzdî wek mertalên zindî bikar tîne.

Elî Xanesorî ji malpera KDP.info re ragihand: “Beriya niha me zanîbû ku DAIŞ li Baxozê keç û jinên Êzdî dikire û difroşe û li wir bi sedan revandiyên Êzdî eşkence û azar dikin.”

Xanesorî wiha got: “Heta niha rewşa Baxozê pir aloz eû DAIŞ di dawiya xwe de ye û Êzdiyan wek mertalên zindî bikar tînin û çarenivîsa wan Êzdiyên ku li Baxozê mane, nexuya ye.”

Elî Xanesorî wiha domand: “Dunya li hemberî vê komkujiya ku li ser Êzdiyan tê kirin, bêdeng e. Hêj nexuya ye ku çend Êzdî li wir hatine kuştin.”