Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Avakirina hikûmetê û pirsa Kerkûkê armancên rêkeftina PDK û YNK ye

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Serkirdatiya PDKê dibêje, rêkeftina PDK û YNK ji 18 xalan pêk tê û armanca wan a sereke ji wê rêkeftinê avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê û pirsa Kerkûkê û hevahengiya di navbera PDK û YNK de li Bexdayê ji bo bidestxistina destkeftên zêdetir.

Roj Dûşema 4.3.2019 PDK û YNK rêkeftineke siyasî îmze kirin. Roja berî wê şandeke YNK bi serokatiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl serdana Serok Mesûd Barzanî kirin û herdû alî lihev kirin ku pirsgirêkên PDK û YNK çareser bibin.

Derbarê wê rêkeftinê, Endamê Serkirdatiya PDKê Xesro Goran, îmzekirina rêkeftina PDK û YNK vedgerîne bo rola Serok Barzanî û dibêje ev rêkeftin dê destkeftên zêdetir ji bo gelê Kurdistanê misoger bike.

Xesro Goran ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew rêkeftin ji 18 xalan pêk tê û çêbûna vê rêkeftinê vedgere ji bo kesê Serok Barzanî û ew civîna girîng ya wî ligel şanda YNKê. Herwiha ew rêkeftin hemû pirsan lixwe digre. Karê sereke yê wê rêkeftinê avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê û bihêzkirina roa Kurdan li Kerkûkê û avakirina hevahengiyê ye di navbera PDK û YNKê de li Bexdayê ji bo ku destkeftên zêdetir bidest bên.

Derbarê pirsa kursiyê parêzgarê Kerkûkê û wezîrê dad ê Iraqê, Xesro Goran wiha got: “Di civîna Serok Barzanî û şanda YNKê de, Serok Barzanî ji wan re gotiye ku parêzgarê Kerkûkê dê bi dilê YNKê be û dibe ku razîbûna hemû partiyên siyasî yên Kurdistanî li ser hebe. Herwiha derbarê wezîrê dad ê Iraqê jî, ku ew kursî ji Kurdan re ye, dê yan ji PDK û yan jî ji YNKê re be, ku herdû alî li ser kesekî lihev bikin.”