Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Li Herêma Kurdistanê tenê %14 ji jinan kar dikin

 

Duhok-KDP.info- Tevî giringîdana Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi karkirina jinan, lê belê li seranserî Herêma Kurdistanê %14 ji jinan li hemberî %86 ji mêran, kar dikin, lewma jî jin dixwazin ku rêjeya karkirina wan di sektorên hikûmî û taybet de bê bilindkirin û jin bibin xwedî abûriyeke serbixwe.

Piştî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringî da rola jinan di kar de û bi taybetî di nava karûbarê hikûmetê de, îro jin pêdviye berev karê taybet ve jî bên, ji bo vê yekê Seroka Rêxistina Lêder û çalakvana jinan Sêwe Fatih ji malpera KDP.info re ragihand: “Li gorî amarên Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê %14 ji jinan kar li dervey xêzanê dikin, ji wê rêjeyê behra bêtir ew in yên di sektora hikûmetê de kar dikin, lê kertê taybet jin tê de hatine piştguhxistin.”

Sêwe Fetah wiha got: “Li Herêma Kurdistanê jin û mêr yeksan in di maf û erkên xwe de, û çi cudahî di navbera jin û mêran de bo her karekî tune ye û karkirina jinê di kerta hikûmetê û taybet de pêdviyeke bo avakirina civakeke saxlem û şaristanî, ji ber vê yekê jî girîng e em zêdetir giringiyê bi karê jinan bidin, ku herî kêm rêjeya jinên ku kar dikin bilind bibe bo %50.”

Ji aliyê xwe ve, Çalakvan di warê jinan de Jiyan Mehdî ji malpera KDP.info re dibêje: “Rast e jinê roleke berçav di parlemantoyê de û heta radeyekê di Hikûmeta Kurdistanê de heye, lê divê bêtir giringî bi karê jinan bê dan û jin zêdetir di kartê taybet de kar bikin, nexasim niha û piştî kirzîa darayî ya ku bi ser Herêma Kurdistanê de hatiye. Girîng e hizra karkirinê û rewşenbîriya wê li cem jinê zal bibe û dixwazim rêjeya karkirina jinan zêdetir bibe, ji bo ku barê ser milê malbatan siviktir bibe û bibe xwedî abûriyeke serbixwe.”