Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Parlemantoya Kurdistanê: DAIŞ li dijî keçeyên Êzdî li Baxozê tawaneke qirêj kiriye

Hewlêr-KDO.info- Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê bi tundî serjêkirina 50 keç û jinên Kurdên Êzdî ji aliyê terorîstên DAIŞê ve li bajarê Baxozê, şermezar kir û daxwaz ji hikûmeta Iraqê û hikûmeta Kurdistanê dike ku termê wan qurbaniyan vegerînin gund û bajarên wan.

Îro Yekşema 3.3.2019 Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: “Roj bi roj rêxistina terorê ya DAIŞê ber bi nemanê ve diçe, hevdem ligel vê yekê de, roj bi roj tawanên qirêj ên wan terorîstan eşkere dibin. Tawana wan terorîstan a dawî jî ku eşkere bûye, kuştina hejmareke jin û keçên paqij ên Kurdên Êzdî ye, ku bi şêweyekî hovane serê wan jêkirine.”

Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê wiha domand: “Di demekê de ku em pir bi tundî wî karî şermezar dikin, hevdem daxwaz hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Iraqê dikin ku dîvdeçûn û tedbîrên yasayî û pêwîst bistînin ji bo vegerandina termê wan qurbaniyan û belgehan bikin dokomêntarî da ku ew tawan û tawanên din ên wan terorîstan bibin tawanên navdewletî û wek jenosîd û tawanên li dijî mirovatiyê bên naskirin.”