Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Amerîka dixwaze rola Pêşmergeyên Roj di Navçeya Aram de hebe”

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) dibêje, şerê DAIŞê li Sûriyê bidawî hatiye û qonaxeke nû li Sûriyê li Sûriyê destpê dike, ku di berjewendiya Kurdan de ye ev gonax.

Endamê PDK-Sê Dr. Kawa Azîzî ji malpera KDP.info re ragihand: “Amerîka bidawîhatina DAIŞê li Sûriyê ragihand. PYD naxwaze DAIŞ li Sûriyê bidawî were. Lê êdî şer bi dawî dibe. Êdî xelk daxwaza xizmet û asayiş û ewlehiyê dikin. PYD jî nikare tiştekî ji van peyda bike. Lewma jî guhertineke mezin tê kirin. Ji aliyekî ve Amerîka kar ji navçeya aram re dike û ji aliyekî din ve nakokî di navbera welatên mezin de li ser Sûriyê heye. Lewma jî dê şer û hevrikiyeke nû destpê bike.”

Azîzî wiha got: “Çarenivîsa Kurdan di van guhertinên Sûriyê de dê pir baş be. Ji ber ku Rûsya û Amerîka rijd in li ser mafê Kurdan li Sûriyê, ku ev yek jî pir baş e û daxwaza Amerîka ew e ku ENKS û Pêşmergeyên Roj vegerin Rojavayê Kurdistanê û di navçeya aram de roleke me ya sereke hebe û cihê me hatiye çêkirin.”

Wî mamosteyê zanîngehê wiha domand: “Li Sûriyê felsefeyeke nû destpê dike û ENKS dê jiyaneke nû bo Kurdên Rojava dirust bike. Ji ber ku Amerîka guvaş li PYDê kiriye ku pêwîst e pêwendiyên xwe bi Qendîlê re bibire û rêkeftineke Kurdî Kurdî çêbibe û ji ser sînor vekşin, lewma jî qonaxa bê ji bo Kurdan pir baş e.”