Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yê li Iraq û Sûriyê kir û di wê hevdîtinê de rewşa rojhilatê Firatê hat gotûbêjkirin û Mesrûr Barzanî ji fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî re got ku pêwîst e maf û asayişa gelê Kurd li Sûriyê parastî be.
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yê li Iraq û Sûriyê General Paul LaCamera û şandeke pê re kir.
Di civînê de behsa pêşhat û guhertinên li deverê û pêşxistina zêdetir ya mekanîzma hevahengiya navbera hêzên têkildar û şerê dijî terorîzmê hate kirin.
Di berdewamiya civînê de Mesrûr Barzanî hevdem li gel tekezkirina li ser girîngiya hevkariya zêdetir ya hêzên Pêşmerge bo şerê dijî teror û metirsiyên terorê, behsa zêdebûna liv û tevgerên terorîstan li çend parêzgehên Iraqê kir û ragihand ku eger sedemên terorê bi awayekî bingehîn li deverê neyên çareserkirin, dê derfet ji bo dubare serhildana tundûtîjî bi nav û nasnavên din berdewam be.
Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yê li Iraq û Sûriyê Paul LaCamera, diyar kir ku Hevpeymaniya Navdewletî li ser hevkarîkirin û perwerdekirina hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî berdewam dibin û ji bo parastina deverê jî hevbeşî û hevahengî li gel hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê pêdiviyeke girîng e.
Di beşeke din a civînê de behsa pêşhat û rewşa Sûriyê, bi taybetî deverên rojhilatê Firatê hate kirin û li ser vê yekê jî Mesrûr Barzanî dilgiraniya xwe ya li hember eger û pêşhatên wan deveran diyar kir û tekez li ser diyalog û çareseriya siyasî bo rewşa han kir û got ku divê di nava danûstanên çareserkirina kirîza Sûriyê de maf û ewlekariya gelê Kurd li Sûriyê werin garantîkirin.