Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanya: Divê mafê Kurdan li Sûriyê parastî be

Munich-KDP.info- Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanya civiyan û di wê civînê de herdû alî hevnêrîn bûn ku pêwîst e mafê pêkhateyan di pêşeroja Sûriyê de parastî be, di nav wan de jî mafê gelê Kurd.

Îro Şemiya 16.2.2019 li bajarê Munichê yê Almanya û di çarçoveya Kongreya Munich a Asayişê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dirêjahiya hevdîtinê xwe de ligel berpirsên welatan, ligel Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanya Gavin Willamson civiya.

Di wê hevdîtinê de herdû aliyan behsa rewşa navçeyê û bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanya kirin.

Mesrûr Barzanî spasiya Brîtanya kir li ser perwerdeya Hêzên Pêşmerge û tekez kir ku ji ber hebûna berdewam a gefên terorîstên DAIŞê, alîkariya berdewam a hevpeymaniya navdewletî pêwîst e.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanya ragihand, pêwendiyên me gelê Kurdistanê her bihêz bûn û dê wisa bihêz bimînin û emê berdewam bin li ser alîkaiya Herêma Kurdistanê.

Herwiha di wê hevdîtinê de behsa rewşa Sûriyê jî hat kirin û herdû alî hevnêrîn bûn ku pêwîst e mafê pêkhateyan di pêşeroja Sûriyê de parastî be, di nav wan de jî mafê gelê Kurd.