Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kir: Bila maf û asayişa Kurdên Rojava parastî be

Munich-KDP.info- Mesrûr Barzanî û Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarê Sûriyê civiyan û di wê hevdîtinê de Mesrûr Barzanî daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kir ku maf û asayişa Kurdên Rojavayê Kurdistanê parastî be.

Îro Şemiya 16.2.2019 li bajarê Munichê yê Almanya û di çarçoveya Kongreya Munich a Asayişê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dirêjahiya hevdîtinê xwe de ligel berpirsên welatan, ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarê Sûriyê Gêr Pêdersn civiya.

Di wê hevdîtinê de herdû aliyan behsa pêşhatên dawî yên Sûriyê kirin û herdû alî hevnêrên bûn ku pêwîst e şer li Sûriyê bidawî bibe.

Derbarê rewşa Sûriyê bi giştî Mesrûr Barzanî ragihand ku her şerekî bin li Sûriyê derkeve dê bibe sedem ku hejmareke din ji xelkê koçber û penaber bibin û dê rewşa mirovî dijwartir bibe.

Mesrûr Barzanî herwiha got ku ew ji ber pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê dilgiran e û daxwaz ji nûnerê sekreterê NY kir ku di danûstandinên çareserkirina kirîza Sûriyê de hemû pêkhate û partiyên siyasî yên Sûriyê beşdar bin.

Mesrûr Barzanî got jî, pêwîst e maf û asayişa Kurdln Rojavayê Kurdistanê parastî be.