Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şêrîn Amêdî: Dema kongreya PDKê hatiye..Kongreyên PDKê netewî û niştimanî ne

Hewlêr-KDP.info- Endama Serkirdatiya PDKê Şêrîn Amêdî dibêje, êdî dema kongreya PDKê hatiye û rewş ji kongreyê re guncaw e. Herwiha dibêje, dibe ku dawiya vê salê yan destpêka 2010 ew kongre lidar bikeve.

PDK 11.12.2011 kongreya xwe ya 13 girê da û biryar da ku piştî 4 salan kongreya 14yemîn lidar bixe, lê ji ber şer û rewşê heta niha ew kongre lidar neketiye.

Derbarê kongreyê bê yê PDKê de, Şêrîm Amêdî ji malpera KDP.info re axivî û wiha got: “Kongreyên PDKê hemû ejîndayên wan neteweyî bûn. Ne tenê hizîbî bûn. Armanca kongre parastina gelê Kurdistanê bû. Armanc pêşxistina Kurdistanê bû ji aliyê abûrî, siyasî, civakî, rewşenbîrî û çandî ve.”

Şêrîn Amêdî wiha domand: “Li cem PDKê berjewendiya gel û welat di ser her tiştekî re ye, lewma jî heta niha kongreya xwe lidar nexistiye, ew jî ji ber bûyerên çend salên bûrî. PDK dixwaze kongreyekî lidar bixe ku divê li ser asta navdewletî û navçeyê û navxwe xizmeta gel û niştiman bike. Dixwaze wek berê dirûşmên kongreyê netewî û niştimnî bin.”

Amêdî ragihand: “Kongreya 14yemîn dê cuda be. Dê ejîndayên kongreyê madeya 140 a destûrê Iraqê be, ku tê de dê hewlên cîbicîkirina wê madeyê bên gotûbêjkirin.”

Wê endama serkirdatiya PDKê behsa dema lidarxistina kongre dike û dibêje: “Dema kongre hatiye. Piştî avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê, pêwîst e komîteya amadekarî ya PDKê kar bike ku kongreya 14yemîn di dawiya vê salê 2019 yan di destpêka 2020 de kongre lidar bikeve. Beriya 2 salan jî gotûbêj hat kirin ku komîteyek bê avakirin ji bo lidarxistina kongre.”

Berdewam Serok Mesûd Barzanî tekez dike ku divê, jin û ciwan roleke mezin bibînin di hizib de û bikevin cihê biryarê de.

Şêrîn Amêdî wiha got: “Serok Barzanî wek serokê PDKê û wek lêvegereke netewî li ser asta navdewletî, di kongreya Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê de, rexne ji ber kêmbûna jinan di wê rêxistinê de, kir.”

Amêdî wiha domand: “PDK ji kongreya 5mîn de rê da jinê ku bikeve serkirdatiya PDKê û herwiha niha hejmareke mezin ji jinan parlamenterên PDKê ne. Di kongreya 13yemîn de ciwan û jin biser ketin û 5 jin ketin serkirdatiya PDKê.”