Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Turkman: PDK ji daxwaza me razî bû

Hewlêr-KDP.info- Şandeke PDKê ligel aliyên siyasî yên Turkman civiya. Serkirdeyekî Turkman jî dibêje, me daxwaz xwe da PDKê û ew jî ji daxwaza me razî bûn.

Serokê Partiya Geşepêdan a Turkmanî Mihemed Seidedîn derbarê wê civînê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro şandeke pilebilind ji PDKê serdana partiyên Turkmanî kir û derbarê avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê û rola Turkmanan di hikûmetê de gotûbêj hatin kirin. Me jî pêşniyarên xwe dan şanda PDKê, ku çend xal bûn ew pêşniyar, ku me daxwaza cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê û wezaretekê kir.”

Mihemed Seidedîn wiha got: “Bersiva şanda PDKê pir erênî bû û roja 18ê vê mehê emê di civîna parlamentoyê de beşdar bibin. Em karin bêjin ku kursiyê cîgirê serokê parlamentoyê dê ji bo Turkmanan be.”