Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Pêşmerge dê ji bo parastina xelkê vegerin navçeyên Kurdistanî”

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Eniya Kerkûk – Pirdê ya Hêzên Pêşmerge Nûrî Heme Elî dibêje, gotûbêj li ser vegera Hêzên Pêşmerge ji bo navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 birêve diçin û ji bo ku hêzeke hevbeş ji Pêşmerge û artêşa Iraqê li wir bicîh bibin, da ku xelkê wan navçeyan parastî bin.

Nûrî Heme Elî ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêwîst e ji bo parastina xelkê navçeyên Kurdistanî yên madeya 140, Hêzên Pêşmerge vegerin wan navçeyan, gotûbêj li ser vegera Pêşmerge hene, lê lihevkirin li ser hûrgiliyan maye. Dema Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kir beriya çend rojan, wezîrê Pêşmerge jî bi xwe re bir, lewma jî dibe ku di vê hefteyê de hinek tişt zelal bibin.”

Heme Elî wiha got: “Vegera Hêzên Pêşmerge bo navçeyên Kurdistanî berhema serdana Serok Barzanî ya bo Bexdayê ye, ku niha encama wê serdanê derdikeve.”

Nûrî Heme Elî wiha domand: “Hêzên Iraqê nikarin wan navçeyên Kurdistanî biparêzin, lewma jî pêwîst e Pêşmerge vegerin wan navçeyan, ji ber ku tevgera DAIŞê li wir zêde bûye û berdewam karê terorîstî dikin.”