Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Xesro Goran: Qonaxeke nû ji pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê destpê kiriye

Hewlêr-KDP.info- Endamê Serkirdatiya PDKê Xesro Goran dibêje, qonaxeke nû ji pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê destpê kiriye, ku hinek pêngav ji bo bihêzkirina wan pêwendiyan hatine avêtin.

Xesro Goran ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha qonaxeke nû ji pêwendiyên siyasî di navbera Hewlêr û Bexdayê de dirûst bûye. Komîteyeke serbazî pilebilind ji herdû aliyan hatiye avakirin ji bo ku hevahengiya leşkerî di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de li navçeyên Kurdistanî yên madeya 140 hebe.”

Goran wiha jî got: “Ji aliyê abûrî ve, rewşa abûrî ya Herêma Kurdistanê li gorî salên derbasbûyî pir baştir bûye. Bexda dê para Kurdistanê ji budceyê Iraqê ji Hewlêrê re bişîne. Ev pêngavên baş ji Hikûmeta Iraqê hemû ji ber serdana Serok Barzanî ye, ku beriya demekê serdana Bexdayê kir û ligel berpirsên Iraqê civiya. Serok Barzanî wê demê deriyên girtî vekir û êdî pêwendî baş bûn û hevahengî dirûst bû.”

Wî berpirsê PDKê wiha domand: “Dostayetiya me bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî re heye û me piştevaniya hikûmeta wî kiriye û me alîkariya avakirina hikûmeta wî kir, lewma jî em bawer nakin ku Adil Ebdulmehdî şaşîtiyên serokwezîrê berî xwe dûbare bike.”